• Sunday, 28 July 2024
logo

NY: 3 milyon zarokên Sûriyê bê xwendin mane

Gulan Media December 15, 2013 Civakî
NY: 3 milyon zarokên Sûriyê bê xwendin mane
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku daketina asta xwendina zarokên Sûriyê li hundir û derveyî welat ya di dîroka navçeyê de herî xirab û bilez e.

Komîsyona Bilind a Penaberan a ser bi NY ve (UNHCR) û UNICEF di raporteke bi navê “xwendin rawestiyaye” de behsa daketina asta xwendina zarokên Sûriyê dike.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku ji ber şerê ku li Sûriyê berdewame û bûye sedema xirakirina gelek dibistanan, nêzîkî 3 milyon zarokên Sûriyê neçar bûne dest ji xwendinê berdin û gelek malbatên wan jî ji neçarî reviyane derveyî welat.

Ji ber krîza Sûriyê ku ev 33 mehane didome, zêdetirî 2 milyon sûrî ku nîvê wan zarokin, reviyane welatên derdorê û herwiha bi milyonan kes jî ji navçeyên xwe reviyane û berê xwe dane navçeyên ku şer tê de nîne.

Li gor wê raportê, di navbera 500 û 600 hezar zarokên sûrî yên penaber bê xwendin mane, herwiha ji her 5 dibistanên Sûriyê dibistanek êdî bi kêrî xwendinê nayê.

Raportê aşkere kir ku navçeyên ku zêdetir di warê xwendinê de ziyan gihiştiye wan, ew navçey ne ku şer tê de girane, wek Reqa, Heleb, Idlib, Dêrezor, Hema, Deraa û navçeyên derdora Şamê.

Di raportê de hatiye gotin ku li hin ji van navçeyan asta amadebûna xwendekaran di dibistanê de daketiye 6%, di demekê de berî destpêkirina şer, asta amadebûna di dibistanên seretayî de li Sûriyê 97% bû.

UNHCR û UNICEF daxwaz kir ku tedbîrên yekalîker bistînin ji bo çareserkirina daketina asta xwendinê li Sûriyê.

UNICEf berî çend mehan di raporteke xwe de hişyarî dabû ku nifşekî bi temamî yê Sûriyê dê wenda bibe.

Rudaw
Top