• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê kuştin û xwekuştina jinan

Gulan Media December 12, 2013 Civakî
Li Herêma Kurdistanê kuştin û xwekuştina jinan
Desteya Mafê Mirov a Herêma Kurdistanê ragehand ku di hundirê salekê de li Kurdistanê 347 jin ji ber bûyerên wek kuştin, şewat û xwekuştinê canê xwe ji dest dane.

Li gor rapora Desteya Mafê Mirov a Herêma Kurdistanê, di hundirê salekê de 38 jin hatine kuştin. Ji vê hêjmarê 24 li Hewlêr, 4 li Silêmanî, 3 li Germiyan, 5 li Dihokê û 2 jî li Raperîn. Di raporê de tê gotin ku 24 jinan xwe kuştine. Ji vane 13 li Hewlêr, 6 Silêmanî û 5 jî li Germiyan.

Di rapora Desteya Mafê Mirov de tê gotin ku di hundirê salekê de 184 jin şewitîne. Ji van 81 li Hewlêrê, 48 li Silêmanî, 14 li Germiyan, 21 li Dihok û 22 jî li Raperîn. Rapor balê dikişîne ser wê yekê ku 101 jinan xwe şewitandine, li gor vê yekê 40 li Hewlêr, 16 li Silêmaniyê, 8 li Germiyan, 29 li Dihokê û 8 jî li Raperîn.

Li ser destdirêjiya zayendî jî di raporê de tê gotin ku di 2013’an de 286 destdirêjiyên zayendî li beranberî jinan hatine kirin. Li gor vêna, 172 li Hewlêr, 61 li Silêmaniyê, 2 li Germiyan, 20 li Dihok û 31 li Raperîn.

Desteya Mafê Mirov a Herêma Kurdistanê di rapora xwe de radighîne ku 3 hezar û 648 jinan giliyê xizmên xwe kirine. Li gor vê jî hezar û 199 li Hewlêr, 851 li Silêmaniyê, 344 Germiyan, 900 li Dihok û 354 jî li Germiyan.

Basnews
Top