• Sunday, 28 July 2024
logo

Li cihê “Dara Xireva” 22 dar şînbûn

Gulan Media December 8, 2013 Civakî
Li cihê “Dara Xireva” 22 dar şînbûn
Di sala 1925an de ji aliyê leşkeran ve “Dara Xireva” ya ku bi sedan salan ji aliyê Elewiyan ve pîroz dihat hesibandin û bûye mijaran efsaneyan, hatibû şewitandin. Dara ku bibû mijara efsaneyan efsaneyek din jî pêk anî û ji ariya xwe 22 darên mezin ên Çinarê bilind kir.

Li mezreya Kotur a Axçaliya Semsûrê bi sedan salin ji aliyê hemwelatiyên Elewiyan ve dara çinarê “Dara Xireva” pîroz tê dîtin û di nava hemwelatiyan de wek cihê ku daxwaz, xwestek û qurban lê tê dayîn tê qebûlkirin.

Weke kevneşopî di her dema paletiyê de gundê Axçaliyê û hemwelatiyên gundê derdorê li vir qurbanan didin, li cihê ku rê pê dikeve jin ji bo zarok û xizmên xwe tenduristiyê û ji bo çandiniyê bereketê û daxwazên xwe yê aştî û aramiyê dikin û ji bo ku daxwazên wan bê qebûlkirin gincir û qerpalên renga reng bi darê ve girê didin.

Li gor hemwelatiyan di 30ê mijdara sala 1925an de ji aliyê parlamenterê Konyayê Refîk Bey (Koraltan) ve bi “Qanûna girtina tirbe, dergeh û qiraçan” di çarçoveya vê desturê de hinek bawerî pêkanîna wan baweriyan û cil û berê baweriyan, hatin qedexekirin.

Ji vê qedexebûnê “Dara Xireva” jî nesîbê xwe girt. Bi qebûlkirina destûrê agir dan bi dara Çinarê ya “Dara Xireva” û dar şewitandin û dara pîroz 3 rojan şewitî û bû arî.

Li ser vê kokê 22 darê mizin bilind bûn

Li gor vegotinên hemwelatiyan di wê serdemê de bes “Dara Xirava” nesîbê xwe negirt gelek cîhên pîroz yên Elewiyan hat qedexekirin hemwelatiyan li pişt perde û deriyên girtî sema kirin û stran û beytên bêdeng xwendin.

Şewata “Dara Xireva” di nava gel de bû sedema şikandin, bertek û enirandinê. Ev tiştên ku hatin jiyan hêj ji bîra Elewiyan neçûye.

Li gor vegotinan 2 sal piştî şewatê “Dara Xireva” dîsa aj da. Ev ajana di nava demê de bû 22 darên mezin û ber bi asîmanan ve bilind bû, ev rewş di nava hemwelatiyên Elewî de bû sedema kefxweşiyê û şadiyê û girîngiya dare jî qat bi qat mezin bû.

Hemwelatiyan diyar kirin ku ev polîtîkayên tundiyê di nava gel de dibe sedem ku ji berê bêhtir xwe bispêrine kok û kevneşopiyên xwe. Ev rastiya di çîroka vê darê de jî diyare.

Rudaw
Top