• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Çiyayê Kato bûkeke Norwecî

Gulan Media December 7, 2013 Civakî
Li Çiyayê Kato bûkeke Norwecî
Marlen Bojurna ku ji bo tatîlê ji Norwecê hatibû Antalya, biryar da ligel Ferman Abî yê Şirnexî ku li otêla ew lê dima kar dike bizewice. Şahiya Bojurna û Ferman li quntara Çiyayê Katoyê hat kirin.

Ferman Abî (26) 13 sal berî niha li Antalyayê bi cî bû û li otêla merivekî xwe dest bi kar kir. Ferman 3 sal berî niha Marlen Bojurna ku ji bo tatîlê ji Norwecê hatibû nas kir û pê re bû heval.

Her du hevalan piştî demekê xwestinbi hev re bizewicin û bi razîbûna malbatên xwe biryar dan ku li gundê Cevîzagaça li quntara Çiyayê Kato ya ser bi navçeya Beytuşebabê şahiya xwe bikin.

Diya Bojurna, Arne û bavê wê John jî keça xwe di vê roja girîng de tenê nehiştin û ji Norwecê ji bo şahiyê hatin gundê Cevîzagaçê. Şaredarê Beytuşebabê Yûsûf Temel, malbatên mezin yên herêmê û xizmên wan hatin şahiyê û daweta wan bi qasî du roj û du şevan berdewam kir.

Kesên hatibûn şahiyê li gor kevneşopiyan xelat bi bûk û zavê ve kirin. Di şahiyê de dê û bavê bûka Norwecî 85 hezar lîre pere bi bûk û zava ve kir û bi tevahî 255 hezar lîre pere wek xelat dan wan. Bûka Norwecî û zavayê Şirnexî gotin gelekî kêfxweş in û zewaca li quntara Çiyayê Katoyê hestekî pir xweş e. Bûk û zavê malavahiya vexwendiyan kirin û piştî şahiyê vegeriyan Antalya.

AA

Basnews
Top