• Sunday, 28 July 2024
logo

Îsal jinên Silêmaniyê 1088 caran rastî şîdetê hatine

Gulan Media December 5, 2013 Civakî
Îsal jinên Silêmaniyê 1088 caran rastî şîdetê hatine
Amarên rêveberiya nehiştina şîdeta dijî jinan li Silêmaniyê, diyar dikin ku hêj paytexta rewşenbîrî ji jinan re nebûye bihişt, lê heman amar dibêjin ku şîdet li gor salên borî kêmtir bûne.

Hefteyeke jinên Herêma Kurdistanê, derfet ji roja cîhanî ya nehiştina şîdetê wergirtine û dest bi kampanyayeke 16 rojî kirine, ji bo rûbirûbûna şîdetê, lê hê di destpêka kampanyayê de çalakvanên jin ên Silêmaniyê rastî şîdetê hatin, gava li ber avahiya Silêmanî Palace, xwestin bo xwepêşandaneke nemoletkirî bi dirêjiya kolanê herin, lê ji aliyê polîsên çalakiyên sivîl rastî şîdetê hatin.

Ev di demekê de bû ku li avahiya rêveberiya şopandina şîdeta dijî jinan, amarên 10 mehên îsal dihatin ragihand û hejmaran li gor 10 mehên 2012 hêviyeke baştir didan jinên nerazî. Hejmar bi tevahî behsa kêmbûna bûyerên şîdetê li dijî jinan li Silêmaniyê dikin.

Berpirsê plandanînê li rêveberiya şîdeta dijî jinan Hêmin Ebdilqadir got, ew dixwazin di vê rojê de bînin bîra xelkê ku bîranînek heye ku li ser asta cîhanê tê kirin: “Em jî bi gellek çalakiyan radibin. Cihê dilxweşiyê ye ku em dibînin amarên şîdeta dijî jinan li gor salên borî kêmtir bûne.”

Lê endama civata rêxistina azadîxwaza Kurdistanê Bêrîvan Ebdilqadir, ku yek bû ji beşdarên xwepêşandana jinan, got: “Hêzên polîs bi gaza rondikrêj û lêdanê bersiva me dan. Ev nîşan dide ku li Herêma Kurdistanê asta mafên jinan û asta azadî û demokrasiyê çawa ye.”
(Jin, Jiyan, Azadî) dirûşma sereke ya xwepêşandana rêxistina azadîxwazên jinan bû.

Di sêyemîn roja hefteya şîdeta dijî jinan de, careke din Grûpa Jiyan, wek nîşandana piştgiriyê ji bo wan jinên ku di xwepêşandanê de rastî lêdanê hatin, kombûnek saz kir û daxwaz kir hikûmet lêpirsînê ligel wan kesan bike ku li jinan dane.

Li gor amara ragihandî, ji destpêka îsal ve 3 bûyerên kuştinê, 2 bûyerên xwekuştinê, 6 bûyerên xwexeniqandinê, 67 bûyerên şewitandin û xweşewitandinê, 414 bûyerên lêdanê, 2228 bûyerên gefê, 122 bûyerên piçûkxistinê, 8 bûyerên girtina rê li ber zewacê, 6 bûyerên revandinê û 8 hewldanên kuştin û xwekuştinê hatibûn tomarkirin, ligel çend bûyerên din ên şîdetê ku hemû dikin 1088 bûyerên şîdetê dijî jinan.

Rudaw
Top