• Sunday, 28 July 2024
logo

Şaciwanên Kurdistanê li kampa penaberêne

Gulan Media December 4, 2013 Civakî
Şaciwanên Kurdistanê li kampa penaberêne
Her çar şaciwanên îsal yên Kurdistanê serdana kampa penaberên Rojava li Quştepe dikin, şaciwana internêtê jî radighîne ku ew di heman demî de hem dilxweş û hem jî dilteng bûne.

Şaciwana internêtê Daliya Rêbwar Hesen li ser malpera xwe ya civakî li Facebookê nivîsiye: Li gel şaciwana Kurdistanê, şaciwana aştî, şaciwana kesayetiyê me serdana kampa penaberên Rojava li Quştepeyê kir.

Şaciwana internêtê amaje bi wê yekê jî kir ku di serdana xwe bo penaberan dilxweşbûn lê ji aliyekî din ve jî çavên wan tejî rondikbûne.

Daliya Rêbwar got: Ji aliyekî ve em dilxweşbûn ku me Kurdên Rojava dît, lê ji aliyê din ve jî çavên me tejî rondik bûn çûnkê jiyana penaberiyê gelek zehmete û hêvîdarim rojekê bi azadî û serbestî vegerin Kurdistana rizgarkirî.

Xendan
Top