• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Îranê xwekuştina jinên Kurd zêde bûye

Gulan Media December 3, 2013 Civakî
Li Îranê xwekuştina jinên Kurd zêde bûye
Encûmena Hevkariya Civakî ya Îranê Seyîd Hesen Mûsewî derbarê rêjeya xwekuştinê de got: ‘’Rêjeya xwekuştinê li herdû parêzgehên Îlam û Kirmanşah gelekî zêdetir e ji ya cihên din.’‘

Hesen Mûsewî wiha axifî: ‘’Li wan herdu parêzgehan jin bi rêya xweşewitandinê dixwazin dawî li jiyana xwe bînin û xwekuştin di nav jinên Îranê de zêdetir e ji ya mêran. Herwiha ji her sed hezar Îraniyekî 7 kes xwe dikujin.’‘

Li gor nûçeyeke Ajansa Hemşehr a Îranê ku li ser zarê Mûsewî belav kiriye, meseleyên kulturî sedemên serekî yên xwekuştina keçên Kurd e û nakokiyên nav malbatê û hevser jî jinan teşwîq dikin daku xwe bişewitînin.’‘

Li Rojhilatê Kurdistanê xweşewitandina jinên Kurd bûye wek diyardeyekê û gelek jinên Kurd bi xweşewitandinê dawî li jiyana xwe tînin.

Basnews
Top