• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Îranê nexweşiya AIDS’ê zêde dibe

Gulan Media November 27, 2013 Civakî
Li Îranê nexweşiya AIDS’ê zêde dibe
Li gor raporteke nû, li Komara Îslamî ya Îranê nexweşiya AIDS’ê bi rêya seksê her diçe zêde dibe û tenê di sala 2011’ê de ji sedî 36.3 zêde bûye.

Li Îranê berê bi rêya derziyan mirov bi nexweşiya AIDS’ê diketin lê niha guheriye bo peywendiyên seksî, di 25 salên borî de herî zêde bi rêya derziyan mirov bi nexweşiya AIDS’ê diketin, lê di van salên dawî de zêdetir bi rêya peywendiyên seksî bi wê nexweşiyê dikevin.

Li gor raporteke Ajansa Nûçeyan a İSNA’yê, ji sala 1986 heta 1991’ê zêdeyî ji sedî 69’ê nexweşan bi rêya derziyan û tenê ji sedî 12 bi rêya peywendiyên seksî bûye, lê li gor daneyên nû yên sala 2011’ê û niha, ji sedî 36.3 bi rêya seksê bi wê nexweşiyê dikevin.

Li gor heman raportê, piraniya wan kesên ku li Îranê bi wê nexweşiya metirsîdar dikevin, temenê wan di navbera 25-34 salî de ye.

Basnews
Top