• Sunday, 28 July 2024
logo

Cixarekêş zûtir pîr dibin

Gulan Media November 19, 2013 Civakî
Cixarekêş zûtir pîr dibin
Li Twinsburga Amerîkayê salene festîvaleke cêwiyan tê lidarxistin. Ev festîval wekî festîvala herî mezin ya cêwiyan li cîhanê tê nasandin û derdora 2 hezar cêwî beşdar dibin. Zanyarên ji zanîngeha Case Western Reserve University di navbera salên 2007 û 2010ê de lêkolînên taybet li ser cêwiyên ku cixarê dikişînin û yên nakişînin ҫêkir.

Şertê beşdarkirina lêkolînê ya cêwiyan jî ew bû ku yek ji cêwiyan cixarekêş be û yê din ne cixarekêş. Lêkolîna di bin serpereştiya Haruko Okada de bi taybetî ser veguherînên ҫermê cixarekêşan rawesta. Bi danînberheva cêwiyan ya bi rêbazên pirsiyar û wêneyan encamên balkêş derketin meydanê. Li gor encamên vê lêkolîna taybet derket holê ku qermîҫokên binya ҫav, lêv û bêvilan ya cixarekêşan gellek ji ya necixarekêşan bi tementir dixuyên. Bi vî awayî diyar bû ku bi hêsanî cudahiya ҫerm ya xuşk û birayên cêwî yên cixarekêş û necixarekêş dikeve ber ҫavan.

Serpereştê lêkolînê Haruko Okada derbarê encamên ku bidestxistine diyar kir ku hê di salên 1970an de mirovan dizanî ku cixarekêş ji yên din pîrtir dixuyên. Lê belê heta niha lêkolîneke bi vî şêweyî qet nehatibû kirin û encamên wisa zelal jî nehatibûn bidestxistin.

Avestakurd
Top