• Sunday, 28 July 2024
logo

Çar endamên koma ’’Seyên Zer’’ hatin kuştin

Gulan Media November 12, 2013 Civakî
Çar endamên koma ’’Seyên Zer’’ hatin kuştin
Çar kes ji endamên koma mûzîkê ya ’’ Seyên Zer’’ ku ji komên şêwaza Rock a veşartî yên Îranê bûn, li Broklîna New York ê hatin kuştin.

Areş Ferazmend, Sirûş Ferzadmend û Elî Eskenderî sê qurbaniyên wê kuştina bikom in ku ji aliyê endamekî dinê heman komê yê bi navê Elî Ekber ku ji ber hinek nakokiyan ji komê veqetiya bû, hatine kuştin.

Elî Ekber ku paşnavê wî nehatiye aşkera kirin piştî kuştina endamên koma ’’Seyên Zer’’ xwe jî dikuje.

Koma navbirî yek ji komên veşartî û naskirî yên muzîka Rock li Tehranê bû ku endamên wê di sala 2006’an de weke penaber çûbûn Amerîkayê û li Biroklîna New Yorkê xebatên xwe yên hunerî didomandin. Hêjayî gotinêye ku endamên koma navbirî di fîlmê ’’Haya kesî ji pişûkên Îranê nîne’’ de beşdar bibûn.

Basnews
Top