• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Îranê zewaca bi 13 dolaran!

Gulan Media November 12, 2013 Civakî
Li Îranê zewaca bi 13 dolaran!
Li Îranê hejmareke zêde ya malperan bi awayekî fermî formê zewacê ji hevwelatiyan re dideynin û her kesek bixwaze dikare bi rêya tejîkirina wan forman ji bo xwe hevserekê-î bibîne.

Yek ji wan malperan ku çendîn sal e li ser daxwaza Wezareta Navxwe ya Îranê bi dîtina hevseran ve mijûl e, bi 13 dolaran hevseran dibîne û berî zewacê jî bi herdu aliyan dişêwire bo jiyaneke bextewer.

Navê wê malperê ‘Rêxistina Peywendiyan a El-Zehra’ ye, navenda wê li bajarê Esfehan e û çendîn melayên paye bilind ên Komara Îslamî ya Îranê serpereştiya karûbarê wê malperê dikn.

Li wê navendê her kesek bixwaze dikare taybetmendiyên xwe yên şexsî tomar bikin, an serdana wê navendê bikin heta ku hevsereke-î bi dilê xwe bibînin. Navend nêzîka 200-300 kesan pêşniyar dike û piştre wan bi hev dide naskirin.

Li gor dadwerê berpirs ê wê navendê, her diçe ciwanên Îranê zêdetir bi rêya malper û internetê dizewicin û di paşerojê de jî dê li Îranê zewac bi vê rêyê bê kirin.

Hêjayê gotinê ye Rêveberiya Nifûsê ya Komara Îslamî ya Îranê ragehandibû ku zêdeyî 12 milyon keç û kur ên temenê wan 30 sal derbas kiriye li Îranê hene ku ji ber pirsgirêkên aborî, nebûna baweriyê û gelek kêşeyên din nezewicî ne.

Basnwes
Top