• Sunday, 28 July 2024
logo

Komeleya Hîro ya Jinê salvegera xwe pîroz kir

Gulan Media November 8, 2013 Civakî
Komeleya Hîro ya Jinê salvegera xwe pîroz kir
Di boneya yekemîn salvegera xwe de, û bi beşdarbûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên kurd, komeleya Hîro ya jinê li Kobanî festîvaleke rengîn bi gotin û stran û helbest û şano lidarxist, tê de hemî çalakî û karên komeleyê di sala borî de hatin bibîranîn, û xwediyên peymangehên xwendinê yên taybet ji aliyê Hîro ve hatin xelatkirin.

Endama Komeleya Hîro ya Jinê Şêrîn Ehmed, derheqê armanc û xebatên xwe de ji Rûdawê re axivî û wiha anî ziman: “Armanca me em jinan pêşbixînin û wê bi maf û erkên wê naskirin bidin, me îro bi sersala xwe bibîranî, salek bûye ku komeleya me çê bûye, me xwest em nêrîn û ramanên xwe bighînin milet, me di festîvalê de rîportacek li ser karê xwe yê di sala borî ta niha çêkir, û me xwediyên peymangehan û kesên ku bi me re karkiribên xelat kirin, me dixwest vî tiştî bighînin milet.”

Jinên komeleya Hîro sûdê ji qonaxa piştî şoreşa Sûriyê wergirtin, ew komeleya xwe ji encamên şoreşê dibînin û qonaxa nû ji karê xwe re wek derfeteke dîrokî ji jinê û kar û rola wê re di xizmet û hişmendiya civakê de li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dinirxînin.

Endama Komeleya Hîro ya Jinê Necah Kût jî wiha axivî: “Piştî ku şoreşa Sûriyê rabû, jinên me ketine pir keysan, xwe di rêxistin û hevgirtinan de birêxistin kirin, xwestin xwe belî bikin û ew jî karê xwe bikin, xwestekên xwe bixwazin, bi navê miletê xwe li dijî kocberiyê bangkin, ta ku milet di welatê xwe de rûne û dernekeve derve.”
Top