Neteweyên Yekgirtî ji ber alîakrîyên bo awareyên Rojava xelat da dezgeha xêrxwazîya Barzanî
![Neteweyên Yekgirtî ji ber alîakrîyên bo awareyên Rojava xelat da dezgeha xêrxwazîya Barzanî](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/877887665.png )
Li gorî malpera heftenameya BasNewsê, berpirsê Peywendiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Îbrahîm Semîn ragehandiye ku, dê berpirsê Yekem ê Komisyona Bilind a Penaberan (UNHCR) ser bi Neteweyên Yekbûyî William Bill bi mebesta xelatkirinê serdana dezgeha wan bike bo wan çalakî û hevkarîkirina ku di du salên borî de li Herêma Kurdistanê pêşkêşî koçberên Rojava kirine.
Îbrahîm Semîn wiha axifî: "Piştî merasîma xelatkirinê, her dû alî dê civînekê lidar bixin û rewşa koçberan were gotûbêj kirin, bi taybetî ku niha demsala zivistanê hatiye û pêdiviyên koçberan zêde dibin. Mebesta civînê jî ew e ka di dahatû de herdu alî çawa hevkariya koçberan bikin."
Herweha berpirsê Peywendiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî da zanîn ku ofîsên wan li hemû kampên penaberan hene û got: "Rojane em li gor bername hevkariya koçberan dikin, çi di warê pêdiviyên jiyanê de û çi di mesela niştecihkirinê de. Wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî tişta ji destê me were em ê pêşkêşî koçberan kir. Tişta peywendî bi UN ve jî heye, wê demê ew bi xwe dê bi karê xwe rabin."