Li cîhanê 30 milyon kole hene
Li gor Endeksa Koletiyê ya Gerdûnî li cîhanê 30 milyon kes di nav şert û mercên koletiyê de dijîn. Li gorî endeksa ku 162 welatan digire nav xwe statuya koletiyê di herî pêş de li Morîtanya ye ku ji bav derbasî kur dibe. Endeks ku li gorî serjimêriyê rêjeya koletiyê dipîve, Haîtî duyemîn û Pakistan jî sêyemîn e.
Di endeksê de Tirkiye di rêza 90'î de ye. Li gor endeksa ji aliyê Weqfa Azad Bimeşe (Walk Free Foundation) li Tirkiyê 110-130 hezar kes di rewşa koletiyê de ne.
Kesên endeks amade kirine radigihînin ku zewacên bi darê zorê, bi deyndarkirinê re mirov bi xwe ve girêdan û bazirganiya mirovan jî di çarçoveya koletiya modern de ye.
Wek hejmar welatê ku herî zêde kole lê hene bi 14 milyon kesan Hindistan tê diyarkirin. Lê belê ji ber endeks li gor nifûsa giştî dihesibîne Hindistan di rêza 4emîn de ye. Di rêza yekemîn de welatê Rojavayê Afrîka Morîtanya ye.
Rêxistina Kar a Navneteweyî jî dabû xuyakirin ku li cîhanê 21 milyon mirov kole hene.
Rudaw