Rewşa tendirostî li Kurdistanê baştir dibe
![Rewşa tendirostî li Kurdistanê baştir dibe](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/081013055141.jpg )
Wezîrê Tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê di dema serdana xwe bo nexweşxaneyên Hewlêrê ragehand ku, hikûmeta Kurdistanê bo baştir kirina rewşa tendirostî li kurdistanê de çendîn bername û projeyên girîng amade kiriye.
Wezîrê tendirostî Tahêr Reşîd eşkere kir ku, bo cîhbicîh kirina wan proje û planan hikûmet bûdceyeke taybet jî amade kiriye û bi her awayî hewl bo baştir kirina rewşa tendirostî û kêşeyên heyî yên di warê tendirostî de dide.