Neteweyên Yekgirtî piştîvanîya ´´encûmena bilinda karûbarên jinan´´ a Herêma Kurdistanê dike
Di peyamekê de bo xatûn Pexşan Zengene sekretera giştîya encûmena bilinda karûbarên jinan a Herêma Kurdistanê, xatûn Formzîl Malambo ragihandiye:´´ hûn diakrin pişt bi min û beşa afretan a Neteweyên yekgirtî girê bidin weke dengeke bihêz û hevkara we di bi dest ve anîna maf û derfeta yekdan bo afretên Herêma Kurdistanê-Iraq û hemû cîhanê.´´
Xatûn Malambo herwiha di peyama xwe de tekez kiriye:´´ em jî pişt girê didin bi hevkarîya we, weke encûmena bilinda karûbarê jinan, da ku yeksanî li ser bingeha regezî weke rastîyeke zîndî bihête kirin.´´
Cîgira sekreterê giştîyê NY herwiha geşbînîya xwe bi xurtbûna hevkarîya navbera her du alîyan di ber berjewendîyên jinên Herêma Kurdistanê û cîhanê de jî nîşan daye.