Kirîn û firotina gurçikan li Herêma Kurdistanê zêde bûye
Bernameya vê carê ya “Black Box” (qutiya reş) a Rûdawê ku roja 6ê Îlonê hat belavkirin, li ser firotina gurçikan li Herêma Kurdistanê bû.
Li gorî bernameyê, firotina gurçikan li Herêma Kurdistanê her ku diçe zêde dibe û bo vê yekê band çêbûne û endamên wan jî pijîşk û karmendên nexweşxaneyan e.
Yek ji wan kesên ku gurçikê xwe firotiye, ji Rûdawê re got: “Ji ber ku li Bexdayê rewşa ewlehiyê baş nîne nikarin li wir bazirganiya gurçikan bikin. Ji ber wê jî li Herêma Kurdistanê hinek kes bi hev re vî karî dikin. Helbet bazirganiya gurçikan zêde bûye û ev kar bi veşartî tê kirin lê eger tu bixwazî tu dikarî bi hêsanî gurçikan peyda bikî, bi taybet li wan nexweşxaneyên ku tê de enştergeriya gurçikan tê kirin.”
Serokê lêjneya pijîşkî ya ku wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê bo lêkolîna bazirganiya gurçikan pêk hatiye, dr. Dilşad Ebdurehman diyar kir ku kesên ku gurçikên xwe dibexşînin li her derê Iraqê hene: li Bexdayê, li Mûsil û Kerkûkê û li Kurdistanê jî heye lê herî zêde ereb vî karî dikin.
Karê wê lêjneyê ew e ku rastî û nerastiya bexşîna gurçikan eşkere bike û ji wê piştrast bibe ku li ser vê yekê bazirganî nayê kirin. Lê li gorî lêkolînên Rûdawê, derket holê ku lêjneyekê tiştek nekiriye û endamên lêjneyê çavên xwe li hember rastiyan digirin.
Yek ji wan kesên ku gurçik ji xizmekî xwe re kiriye, wiha got: “Ez û ew kesê ereb ê ku gurçikê xwe firotiye, çûn ba lêjneyê, li wir jê pirsîn te gurçikê xwe firotiye? Wî jî got na min bexişand. Lê li ber çav e ku ew kesê ereb ne xizm û mirovê min e ku gurçika xwe bide min.”
Parêzer û berpirsê saziya bi navê Paw, Hogir Çeto diyar kir ku li pey hinek dosyayên bazirganiya mirovan kiriye û da zanîn, rêkeftin li derveyî qanûnê tê kirin û kiryar, firoşyar û pijîşk jî li hev dikin û guh nadin pîvanên qanûnî ji ber wê jî hemû sûcar in.
Wezîrê tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê dr. Rêkewt Reşîd diyar kir ku herkesê ku dozê vedike ji aliyê lêjneyekê ve lêkolîn tê kirin û eger bi belge hat nîşandan ku kesekî li hember endamên laşê mirov pere daye yan wergirtiye dê radestî dadgehê bê kirin.
Lê ji aliyekî din, li ber deriyê hinek nexweşxane û navendên tenduristiyê yên Hewlêrê tijî dellal û firoşyarên gurçikan in ku bi hinek pijîşkan re hevdest in. tê xuyakirin ku peydakirina dellalên gurçikan zêde zehmet jî nîne.
Heta niha li Herêma Kurdistanê qanûnek taybet bo pêşîgirtina bazirganiya endamên laşê mirov nîne lê beriya niha pêşniyarqanûnek derbarê vê mijarê de pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin lê heta niha gotûbêj li ser nehatiye kirin.
Lê li gorî qanûnên iraqî, kesên ku gurçikan dikirin û difroşin û ew pijîşkên ku wî karî dikin, sûc dikin û divê bên cezakirin û cezayê wan jî ji 3 sal heta 6 sal zîndan yan jî dayîna pere ye.
Hogir Çeto da zanîn, li gorî qanûnên iraqî mirov dikare beşek ji laşê xwe bide kesek din lê divê ev yek sînordar be û ev jî tenê bo xizmên nêzîk dibe yan jî kesek li ber mirinê be û bi bexşîna endamekî laş ji mirinê rizgar bibe.
Çeto ragihand ku qanûnek taybet bo kirîn û firotina endamên laşê mirov ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hatiye pesendkirin ku li gorî wê qanûnê kirîn û firotina endamên laşê mirov qedexe ye û yên ku vî karî bikin tên cezakirin.
Li gorî amarên rêxistina tenduristiya navdewletî, Iraq di warê kirîn û firotina gurçikan de piştî Bolîviya û Brazîlya di rêza sêyemîn de tê.
Rudaw