• Sunday, 24 November 2024
logo

Wezareta kar: Bîmeya civakî bo 50 hezar karkerên Kurdistanê hatiye amadekirin

Gulan Media August 27, 2013 Civakî
Wezareta kar: Bîmeya civakî bo 50 hezar karkerên Kurdistanê hatiye amadekirin
Wezareta kar û karûbarên civakî ya herêma Kurdistanê ragihand, ku di dema niha de ji bo 50 hezar karkeran bîmeya civakî hatiye amadekirin û tîmên wan li ser tomarkirina karkerên din berdewamin.


Wezîra kar û karûbarên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê Asos Necîb di evê bareyê de ragiahndiye, ku di dema niha de ji ber ew giriftên qanûnî ku hene, bi taybetî jî berteskîya qanûna kar a Iraqê ku li Kurdistanê jî kar pê dihê kirin, gelek karker nebûne xodan bîmeya civakî û derfet bo beşek ji xodan karan jî çê bûye ku bîmeya cîvakî nedine karkerên xwe.


Asos Necîb daye xuyakirin: ´´ niha hîç yek ji ewan karkeran ku ji alîyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve kar bi wan dihê kirin, xodan bîmeya civakî nînin û çimku qanûn rêge li wan girtîye, nikarin daxwaza bîme bikeyn, lê zêdebarê ewê çendê, ji bo nêzîkî 50 hezar karkeran bîmeya civakî hatiye kirin.´´
Top