• Sunday, 24 November 2024
logo

Jiber xweşikbûnê hate dûrxistin

Gulan Media August 15, 2013 Civakî
Jiber xweşikbûnê hate dûrxistin
Keça Êranî ya binavê Nîna Siyahkalî Miradî ya temen 27 salî ku endazyariya taybet bi zanistiya kompûterê ye û di hilbijartinên dawî de bûbû endama meclîsa bajêrvaniya Qezwînê lê jiber xweşikbûna wê û balêkşiya wê ji postê xwe hatiye bi dûr xistinê.

Bi bihaneya ku ew keça Êranî nikare bi tenê li gel endamên zilam yên encûmena bajêrvaniya Qezwîn kar bike ji wê postê hatiye avêtinê.

Roja pêncşema borî kanalên ragihandinê yên Êranê bi navnîşana “Jiber ku Nîna karûbarên îslamî berçav negirt ji hilbijartinên şaredariyê hatiye bidûr xistinê.”

Nîna xwediyê bawernameya tehkîmê ye di werzişa (Kong Fo) de, di hilbijartinên şaredariyê de ya meha huzêrana borî de gelek deng bi dest xistibûn, her weha bi vî awayî rêjîma Êranê tirsiya ku ev yek dubare bibe ew ji hilbijartinan hatiye dûrxistinê.

Keça Êranî ya ku hîna jiyana hevjîniyê nekiriye û weku karmendeka endazyar û derçûya di bernameya Microsoftê ye bo dîzayinkirina malperên elektronî li Qezwînê 10 hezar deng qezanc kir û pileya 14`an dinava 163 berbijêran bi dest xwe ve anî û hemû ew kesên ku bi serketin ji bilî nîna`yê berya 10 rojan çûn ser postên xwe.

Xendan
Top