Hate zanîn ku, duh li gundê Sêdkî ya ser bi Parêzgeha Dihukê, di encama kêşeyeke civakî de şer di navbera hin kesan de qewmiye û di encam de 3 welatî hatine kuştin.
Her çend derbarê sedema vê kêşeya han de hîn ti zaniyarî nehatine belavkirin lêbelê tê gotin ku, ev keşe jiber meseleya zewî û erdan destpê kiriye û aliyên têkeldar bi çek êrîşê hevudû kirine.