• Wednesday, 03 July 2024
logo

Silêmanî zilamek kurê xwe dikuje

Silêmanî zilamek kurê xwe dikuje
Zilamekî bi çekê Kilaşînkof teqe li kurê xwe dike û pêş gîhandina wî bo nexweşxaneyê jiyan ji dest dide.

Berpirsekî li kontrola polîsê feryakeftinê ya Silêmaniyê mulazim Umêd Mihemed ji Xendanê re ragihand: Îro şeme em hatine agahdar kirinê u rûdanek li taxa Bernan (Ri`aye) a bajarê Silêmaniyê, hêzên me çûne cihê rûdanê derket holê ku birîndarek li malekê heye.

Mulazim Umêd got: Pêştir hat gotin ku wî gêncî bi xwe teqe li xwe kiriye lê belê piştî lêkolînên destpêkê bo me aşkira bû ku ew gênc jiber kêşeyekî malbatî û civakî xwe bi xwe bavê wî gule li wî barandiye.

Heman berpirsê polîsê feryakeftinê got jî: Ew gênc navê xwe (Ş.H.H) û temenê wî 25 sale û pêş ku bighînin nexweşxaneyê di rêde jiyana xwe ji dest dide. Fîşek li devê wî ketibû û niha jî termê wî bo pizîşka dadweriya Silêmaniyê hatiye guhastin.

Wî berpirsî aşkira kir ku: Ew zilamê bi navê (H) li kolanê gule avêtiye kurê xwe , her weha kurê wî revyaye serban û piştî rûdanê ew zilam revyaye û heya niha hêzên polîs nekarîne wî bigrin.

Xendan
Top