• Wednesday, 03 July 2024
logo

Tirkiyê: Serhildana Jinên ducanî

Tirkiyê: Serhildana Jinên ducanî
Dawiya heftiya borî bi dehan jinên Tirk zikên xwe yê ducanî rût kirin û daktin meydanên giştî wek protesto li hemberî daxuyaniyên zanayekî îslamî ku gotibû şerme ji jinên ducan re derkevin cihên giştî.

Li gor nûçeyekî malpera (Lakom) belavkiriye ku piştî ku zanayê îslamî yê sofî (Omer Tugrul Inançer li ser televizyona hikûmî ya TRT1 daxuyanî dabû ku ji jinan re gelekî şerme û li dûr exlaqê ye ku bi zikên xwe yê werimî (ducanî) derkevin cihên giştî.

Ev daxuyaniyên zanayê îslamî rastî bertekekî tund ji nava huquqnasan û demokratan û li hemberî van daxuyaniyan xwepêşandanek li kolanên giştî wek protesto encam dan.

Xendan
Top