• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li başûrê Kurdistanê pişkinîna nexweşiyên sêksî bi awayekî veşartî tê kirin

Li başûrê Kurdistanê pişkinîna nexweşiyên sêksî bi awayekî veşartî tê kirin
Li nav civaka kurdî de hebûna pêwendiyên sêksî yên derveyî pêwendiyên rewa û malbatê tiştekî kirêt tê dîtin û normal nîne. Ji ber wê jî xelk ji tirsa wê ku navnûçik li pey wan bikeve naçin pişkinîna wan nexweşiyan bikin ku bi rêka pêwendiyên sêksî ve tên veguhestin. Helbet yek ji wan nexweşiyan jî nexweşiya AIDS e ku navê vîrûasa wê nexweşiyê jî HIV ye.

Welatiyê bi navê K.I ku temenê wî 31 sal e û karê bazirganiyê dike û gelek caran diçe derveyî Kurdistanê, ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku li Tirkiyê daxwaza pişkinîna vîrûsa HIV kiribû û wiha got: “Ez ji tu kesî natirsim û ji wan karên ku di geşt û gerrên xwe de dikim şerm nakim lê ez niha li xwe şikber bûme. Ez ji pişkinînê gelekî ditirsim û êdî xewa min jî nayê. Dema mirov bazirgan be gelek tişt tên ser wî.”

Jina bi navê Tirîfe Kerîm ku temenê wê 27 sal e li kêleka dayika xwe rûniştibû, wiah got: “Min heta niha hizra pişkinîna vîrûsa HIV nekiriye ji ber ku ez bi xwe bawer im ku ew vîrûs di laşê min de nîne.”

Li gorî Tirîfê, nexweşiya AIDSê di nav kurdan de nîne ji ber ku pêwendiyên ku bibin sedema wê nexweşiyê di nav gencan de nîne.

Hinek kesên ku pêwendiyên wan ên derveyî pêwendiyên malbatê nebûye jî ji pişkinînê ditirsin ji ber ku dibêjin, eger pişkinîn “pozîtîf” be xelkê hizrê bikin ku wan kesan karên nerewa kirine.

Kesê bi navê H.R. ku temenê wî gihîştiye 40 salî, behsa nexweşiya AIDSê ji Rûdawê re kri û got: “Gelek caran ji bo ku mirov ji tenduristiya xwe piştrast be divê bi şerm daxwaza pişkinînê bike. Bi Xudê, eger mirov bi tenê jî here taqîgehê dîsa mirov ji wê pişkinînê şerm dike. Çimkî em di zarokatiyê de hatine tirsandin û em niha jî ditirsin.”

Karmenda tenduristiyê ya bi navê Viyan Mihemed ku li taqîgeheke bajarê Silêmaniyê de kar dike, diyar kir ku rojane bi sedena kes diçin taqîgeha wan û daxwaza pişkinînê dikin û wiha got: “Li gel me lîsteya nêzîkî 40 cure nexweşî heye. Gelek kes ji ber ku şerm dikin daxwaza pişkinîna AIDSê bikin dibêjin pişkinîna hemû nexweşiyan bike.”

Viyanê her wiha anî ziman ku her çiqas nirxa pişkinîna giran be jî lê kesên ku dixwazin bizanin ka di leşê wan de vîrûsa HIV heye yan na, giraniya nirxa pişkinînê girîng nîne.

Kesê bi navê Koçer Osman ku temenê wî 29 sal û mamostayê zimanê înglîzî ye, pişkinînên wiha normal dibîne û dibêje: “Heta niha min sê caran pişkinîna nexweşiyên vîrûsî kiriye, ne tenê vîrûsa HIV lê pişkinîna kezebê jî kiriye. Ez ne şerm dikim ne jî ditirsim.”

Helbet nexweşiyên ku tê gotin tenê bi rêka sêksê re tên veguhestin, bi rêka xwînê re jî ji mirovekî derbasî mirovên din dibin.

Rudaw
Top