• Monday, 20 May 2024
logo

Li Xaniqîn Jinek Hate Kujtin û li Kelar Keçekî Guleyek li Xwe da

Li Xaniqîn Jinek Hate Kujtin û li Kelar Keçekî Guleyek li Xwe da
Li bajarokê Xaniqîn bi sedema şerê navbera dû kesan de, yek jê Pêşmergeye û bi çeka kilanişkofê teqe dike û gule li keçeke temen 25 salî dikeve û tê kujtin. Li gundekî nêzîkî bajarê Kelar jî keçeke temen 21 salî guleyekî li xwe dide û bi giranî birîndar dibe.


Jêderekî ji polîsên nexweşxaneya giştiya Kelar bo ajana Peyamnêr ragihand, `` li taxa Azadî li bajarê Xaniqîn bi sedema şerê navbera dû gêncan dirûst bûyî kû cîranê hevbûn, yekî ji wan bi kêrê êrîşî ser yê din dike kû ew jî pêşmergeye, yê pêşmerge bi kilanişkofê teqe dike û dibe sedema kujtina xwîşka gêncê din, gule li ser dilê wê dikeve û yekser jiyana xwe ji dest dide.``

Jêderê weha jî da zanîn kû ew jina hatî kujtin navê wê Kanî Îsmayîl Seyîde û temenê wê 25 salî bûye, berî demekî ji mêrê xwe cûda bibû û xwediyê dû zarokane.
Wekî din diyar kir kû, bi fermana dadwer yê pêşmerge li gorî madeya 405 hate girtin û lêkolîn li ser bûyerê berdewame.
Ji aliyekî din ve, jêderekeî ji rêvebertiya dijbertiya tundûtîjiya li dijî jinan li Germiyan bo ajansa Peyamnêr ragihand kû, li gundê Barîke yê nêzîkî bajarê Kelar keçeke temen 21 salî bi navê (A. Î) kû keça malê bû, bi çeka kilanişkofê fîşekek berda xwe û ji ber giraniya birîna wê ji nexweşxaneya Kelar rakirin nexweşxaneya Silêmanî.
Jêderê behsa wê yekê jî kir kû, fîşek li ber çena wê ketiye û da zanîn kû heta weke niha hokara wê ne diyare û li gorî gotinên malbata wê ti kêşe û arîşeyeke wan nîne.
Top