• Monday, 20 May 2024
logo

Germiyan: Keçekê bi fîşek li xwe dixe

Germiyan: Keçekê bi fîşek li xwe dixe
Li gor gotina jêderekê li nexweşxaney feryakeftinê ya Kelarê, şeva borî keçeke 21 salî bi fîşekê xwe birîndar dike û ji ber giraniya birînên wê bo nexweşxaneya Silêmaniyê hate rêkirin.

Wê jêderê ji Xendanê re ragihandiye ku: Şeva borî, keçeke temen 21 salî bi çeka Kilaşînkof a bavê xwe fîşekekê li jêr çengê xwe dixe û bi lez wê dighînin nexweşxaneyê lê belê ji ber giraniya birînên wê ew bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatiye guhastin.

Wê jêder ragihand: Ew rûdan li gundê Barîke a ser bi bajaroka Qoretu`yê rûdaye, her weha ligel bavê keçkê jî hatiye axaftin lê egera wê rûdanê nehatiye zanîn.

Xendan
Top