• Monday, 20 May 2024
logo

Hindistan: Destdirêjiya keçeke 10 salî kirin

Hindistan: Destdirêjiya keçeke 10 salî kirin
Polîsê Hindistanê aşkira kirine ku di rûdaneke kêm wêne de keçeke zarok ji aliyê zilamekî bi temen ve hatiye tecawiz kirin.

Îro duşeme 15/4 ajansa (The Indian Express) belav kiriye ku keçeke temen 10 salî li Newdilhiyê ji aliyê zilamekî temen 47 salî ve destdirêjiya sekesî bi ser de hatiye kirin.

Li gor nûçeya ajansê ew keçe qurbanîya wê tawanê li derveyî mala xwe li navçeya Sultanpore ji xwere dilîst, her weha cîranê wê bi navê (Rakiş Kuşal) bangî nêçîra xwe bo nava pasekê kiriye û piştre jî destdirêjiya seksî bi ser keçekê de kiriye.

Polîs amaje bi wê yekê kiriye ku paş rûdanê keçikê çîroka destdirêjiyê, ji dayîk û bavê xwere gotiye û wan jî polîs agahdar kirine û ew tawanbar ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.

Di sala 2012`an destdirêjiyekî bikom li ser keçeke xwendekar ya kolêjeya pizîşkî hate kirin û piştre jî ji ber girtaniya birînên xwe li Sengeforayê jiyana xwe ji dest daye.

Piştî wê rûdanê jî çendîn rûdanên din bi wê curê dubare bûne ji ber wê jî Hikûmeta Hindê biryara girantirîn siza bi ser tawanbarên wê keysê girtiye.

Xendan
Top