Li Herêma Kurdistanê 8 hezar nexweşên penceşêrê hene
Li gor amara wezareta tenduristî ya Herêma Kurdistanê, di hundirê 7 salên borî de hikûmeta Iraqê yek tirîlyon û 186 milyar dînarên wezareta tenduristî nedane, ev jî dike ji sedî 70ê wê butçeya ku Bexdayê ji bo wezareta tenduristî ya Herêma Kurdistanê daniye.
Ji sedî 40ê nexweşên Iraqê li Kurdistanê tên dermankirin
Wezîrê tenduristî li Herêma Kurdistanê Dr. Rêkewt Heme Reşîd di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re, got: “Hikûmeta Iraqê salane dora 170 milyar dînarên wezareta tenduristî ya Herêma Kurdistanê deyndar e.” Li gor gotina wezîrê tenduristî, ji sala 2009 ve û heta niha, salane ji butçeya serweriya Iraqê, yek tirîlyon û 270 milyar dînar ji bo sektora tenduristî tê danîn, ku 270 milyar dînar pişka Herêma Kurdistanê ye. Lê tenê bi buhayê 100 milyar dînar derman ji me re dişînin, tevî ku ji sedî 40ê nexweşên navend û başûrê Iraqê li vir tên dermankirin.”
70 şîrket derman ji Herêma Kurdistanê re tînin
Li gor amara wezareta tenduristî, 70 şîrketên navxweyî û biyanî derman ji derve tînin Herêma Kurdistanê. Ji wan tenê 7 şîrket li Dihok û Silêmaniyê ne û yên din hemû li Hewlêrê ne. Di nav şîrketan de, şîrketên ewropî û asyayî jî hene. Hinek ji şîrketan wekîlên şîrketên mezin ên cîhanî wek Novartes û Sayno Events û Estrazînîkan.
Yek ji pirsgirêkên mezin ên Herêma Kurdistanê kalîteya derman e, digel ku wezareta tenduristî hinek pêngav avêtine ji bo baştirkirina rewşa derman li Herêma Kurdistanê û pirraniya dermanan jî ji aliyê şîrketa FDAS a brîtanî tên testkirin, lê heta niha jî dermanê xerab û ekspayer li dikan û dermanxaneyên Herêma Kurdistanê mane.
Dr. Rêkewt diyar dike ku pêngavên baş ji bo çareserkirina pirsgirêka derman avêtine, lê hêj maye ku bi tevahî bê çareserkirin. Navborî behsa Almanyayê dike û dibêje: “Li Almanyayê ku sîstema wê ya saxlemiyê pirr pêşkeftî ye, pirsgirêka derman heye û li her cihekî dermanên xerab û qaçax hebin, tê desteserkirin. Heta niha gellek şîrket û dikan û dermanxane hatine dadgehkirin.”
Li Dihok û Silêmaniyê pirsgirêkên saxlemiyê kêm in
Di dema borî de, li bajarê Hewlêrê çend klînîkên diransaziyê yên biyanî yên bê molet hatine girtin, herwiha dermanê xerab jî hatiye desteserkirin. Wezîrê tenduristî dibêje: “Hebûna dermanên xerab li klînîkan tawan e û dadgeh tê kirin dema tên dîtin. Pirsgirêkên saxlemiyê li Dihok û Silêmaniyê kêmtir in, lê ji ber ku Hewlêr qerebalix e, mixabin hinek doktor vê yekê bi kar tînin da ku klînîkên bê molet vekin, lê ew cih ji aliyê komîteyên me tên girtin û xwediyên wan tên dadgehkirin.”
Nîşana kurdî ji bo derman tê danîn
Wezareta tenduristî label (nîşan) li ser tevahiya wan dermanan daniye ku ji aliyê wan 70 şîrketên ku tên şandin ji Herêma Kurdistanê re. Her dermanek ew nîşan li ser nebe tê qedexekirin, lê heta niha dermanê bê nîşan li sûkên Herêma Kurdistanê tê dîtin.
Wezîrê tenduristî got: “Ew dermanên ku niha nîşana wan tine, kevin in. Em li tevahiya dikanên Herêma Kurdistanê geriyane, heta sala bê dermanên kevin xelas nabe. Lê sala bê her dermanek bêyî nîşan li bazarê hebe sextekar e.”
Nîşan al û nexşeya Herêma Kurdistanê û logoya wezareta tenduristî li ser e.
Rizgarî tê nûkirin
Di çend rojên bê de grûpa şîrketa Milobin a japonî serdana Herêma Kurdistanê dike, bi armanca nûkirina nexweşxaneya Rizgarî, ku wan bi xwe ew nexweşxane ava kiribûn. Wezîrê tenduristî got: “Ji xeynî çêkirin û nûkirina çend nexweşxaneyan, hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye bi buhayê 6 milyon dolaran ambûlans û otomobîlên xizmetguzariyê yên nexweşxaneyan bikire.”
Wezareta tenduristî li gel grûpa Rend reşnivîsek amade kiriye, ji bo rastkirina dewama doktoran li Herêma Kurdistanê. Li gor wê reşnivîsê nabe doktor di heman demê de di sektora taybet û hikûmî de kar bike û divê yekê ji wan hilbijêre. Dr. Rêkewt got: “Ji bo cîbicîkirina wê sîstemê divê hikûmet meaşê bijîjkan zêde bike, çiku bi meaşê niha bijîjk dev ji klînîka xwe bernadin.”
WHO projeya alîkariya tenduristî rexne dike
Reşnivîsa alîkariya tenduristî di sala 2010 de ji aliyê wezareta tenduristî gihişt parlamentoyê. Komîteya tenduristî ya parlamentoya Kurdistanê jî li gel banka WHO rûnişt. Dr. Rêkewt dibêje: “WHO got divê reşnivîs bêhtir bê lêkolînkirin. Endamên WHO ji me re gotin, ku di projeyê de nehatiye diyarkirin ew alîkarî diçe ji kî re. Herwiha nehatiye diyarkirin kî zengîn e û kî hejar e.”
Ji bo cigareyên elektronîk komîte hatiye pêkanîn
Tevî ku wezareta tenduristî ya Iraqê cigareyên elektronîk qedexe kirine, lê heta niha ew cigare li bazarên Herêma Kurdistanê tên firotin. Dr. Rêkewt got: “Biryara Bexdayê ji me re nehatiye, lê me komîteyek pêk aniye. Ger em zanibin ew cigare ziyanê digihîne saxlemiya xelkê, emê wê qedexe bikin.”
Rudaw