• Monday, 20 May 2024
logo

Jinên DÎKASUM’ê: Zewaca Zû Divê Weke Sûc bê Dîtin

Jinên DÎKASUM’ê: Zewaca Zû Divê Weke Sûc bê Dîtin
Komxebata “Zewaca di Temenê Biçûk de” ku ji aliyê Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Pirsgirên Jinan a Amedê (DÎKASUM) ve hatî lidarxistin, encamnameya hate aşkerekirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku divê di yasayan de pênaseyên zarokan ji nû ve bê kirin, temenê 18 bêyî îstîsna weke şertek bête destnîşankirin, zewaca zû weke sûc bê pejirandin.


Encamnameya komxebata “Zewaca di Temenê Biçûk de” ku ji aliyê DÎKASUM’a bi ser Midûrtiya Şaxa Jin û Malbatê a Serokatiya Rêvebertiya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di navbera 30-31’ê adarê de hate lidarxistin, li Sumerparkê hate ragihandin.

Encamname ji aliyê Civaknas Pervîn Yetiz Demîr ve hate xwendin. Demîr, da zanîn ku di komxebatê de li ser rêbaza şopandina encam û sedemên zewaca zû wan gotûbêj meşandine û got wan pirsgirêk di warê çandî, hiqûqî û navneteweyî de kiriye mijara behs û guftûgoyê.

Demîr, destnîşan kir ku zewaca di temenê biçûk de encama zihniyeta serdestiya mêrane ye û wiha axivî, “Zewaca di temenê biçûk de ku cureyeke qirkirina jinan e, em nikarin bêyî serdestiya saziya bi navê dewlet û siyaseta saziyên wê yên li ser malbatê binirxînin. Bi hev re têkildar in.” Yetîz Demîr, bal kişand ku Midûrtiya Nifûs û Karên Welatiyan rêjeya zewaca di temenê biçûk de weke ji sedî 15 tomar kirine û wiha pê de çû, “Serjimara vê saziyê tenê ew e ku bi awayekî fermî pêk hatiye û li gorî qeydên dadgeran hatine piştrastkirin. Qeyda zewacên bi mehra dînî hatine kirin li gel vê saziyê tune ne. Lewra divê ligel serjimara fermî ya civakî jî divê di Turkiyeya îro de li ber çavan bê girtin. Wê çaxê dê derkeve holê ku ev rêje ji sedî 32 û 35in..”

Divê kampanya bê destpêkirin
Yetîz Demîr, bal kişand ku di encama gotûbêjên komxebatê de hin pêşniyar derketine û wiha behsa wan kir: “Divê navendên zarokan ên weke mêvanxaneyên jinan ji aliyê rêveberiyên herêmî ve bêne danîn û ji bo vê jî binegeheke yasayî bête amadekirin. Divê di serî de parlamenterên jin, parlamenter ji bo vê yekê pêşniyarzagonan bibin parlamentoyê. Divê di yasayê de pênaseya zarok ji nû ve bête kirin; bêyî hêve-wêve divê temenê 18 salî weke pîvan bête qebûlkirin. Divê zewaca di temenê biçûk de weke sûc bête nasîn û cezayên jêvegêr jê re bêne destnîşankirin. Divê 11ê Cotmehê weke Roja Zarokên Keçik bê diyarkirin û hemû rêxistinên jinan ên li Turkiyeyê di vê rojê de çalakiyên hevpar li dar bixin. Divê perwerdeya zayendî li ser binemayê hişmendiya zayendane, ji aliyê Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Tenduristiyê ve ji dema berî dibistanê ve dest pê bike û nîşanî zarokan bidin. Divê li nexweşxaneyên Zanîngehan ji bo vekolîna zêdegaviya zayendî a li ser zarokan Beşên Parastina Zarokan bêne danîn.” Demîr, di dawiya axaftina xwe de xwest zewaca di temenê biçûk de, zewaca zû weke sûc bê pejirandin.
Top