• Monday, 20 May 2024
logo

Di 20 roja de 5 hezar zelaman jibo tumara xwe serîlêdan

Di 20 roja de 5 hezar zelaman jibo tumara xwe serîlêdan
20 roja berê, ji aliyê komeleya bi navê Şefkat-Der ve, bona ku kerxaneya mêran bê vekirin daxwazî hatibû kirin. Li ser vê bi hezaran zilamî, ji bo ku li kerxaneya mêran bixebitin serî li Şefkat-Derê dan.

Li Tirkiyê komeleya Şefkat-Der, bi armanca protestokirina kerxaneya jina, xwestibû ku bila kerxaneya mêran were vekirin û ku çawa mêr diçin hewcehiyê xwe bicih tînin, bila ev mafa ji bo jinan jî bê naskirin.

Li ser vê banga Şefkat-Derê, di nav 20 roja de 5 hezar zilamî serî li komeleyê da ku li kerxaneya mêran bixebitin.
Şefkat-Derê li ser vê zêdetirîn serîlêdanê, li Taksîma Stenbolê, bi pankarta "bila kerxaneya mêran bê vekirin" daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê komeleyê Hayrettin Bulan di daxuyaniyê de wiha got: "Me ji rayedaran re îfade kiribû ku, an kerxaneya jinan bigirin, an jî vî mafî ji bo jinan jî nasbikin. Madem hûn jinan wek mal difiroşin, bila mêr jî bi wesîqeyan bêne firotin. 5 hezar zilamî, bona ku li kerxaneya mêran bixebitin ji me re têlefon vekirin. Me karê xwe berdaye em bersivê didine têlefonan. Dibêjin em dixwazin li kerxaneya mêran bixebitin..."

Zilamên ku têlefona Şefkat-Derê dikin, herî zêde ev tiştana dipirsin:
- Mêr jî wê wek jinan wesîqeyan derxînin?
- Ku kengî ez bixwazim dikarim ji kerxaneyê dûrkevim?
- Vîzîteya kerxaneyê wê çiqas be? Bace çiqas e? Çiqas wê ji min re bimîne?
- Piştî çend salan ez ê karibim malnîş bibim?
- Zilamên zewicî jî dikarin li kerxaneyê bixebitin?
- Li ser me fişareya mafya kerxaneyê wê hebe an na?

Avestakurd
Top