• Monday, 20 May 2024
logo

Çemçemal … Jineke Fermanber bi Şewatê Jiyana Xwe ji Dest da

Çemçemal … Jineke Fermanber bi Şewatê Jiyana Xwe ji Dest da
Li Çemçemal, jineke fermanber temen 33 salî, ji ber mêrê wê jê cûda dibe û careke din wê navegerîne, xwe dişewitîne û jiyana xwe ji dest dide. Li gor jêderekî nêzîkî bûyerê, ew zilam berê xwedî jin û çar zarokan bû û ev jina nû bi heskirinê aniye.

Jêderekî nexwest navê xwe eşkere bike bo ajansa Peyamnêr ragihand: Ew jin navê wê Rêzan Ebulqadir Abdula bû, temenê wê 33 salî û fermanbera Peymangeha Teknîkiya Çemçemal bû.

Heman jêderê da zanîn kû, par mêrê wê ji wê cûda dibe, piştî çendîn car hewil dide vegere bo mêrê xwe, belê hewildanên wê serneketin, dawiyê di roja 12 vê heyvê de xwe dişewitîne, 13 rojan li nexweşxanê dimîne ji ber giraniya şewata wê doh jiyana xwe ji dest da.

Zilam polîsê hatûçûye, piştî kû jiyana hevjîniyê pêktînin berê ji aliyê zilam ve çendîn car hatiye xwestin ew jî razî dibe, çar heyvan weha dijîn, lê piştre zilam wê diberde, her kû Rêzan hewildan dike veger lê bê encam dibe, dawiyê peywendiyê bi Saziya Dijayetiya Tundûtîjiê ya jianan re dike da kû bi şêweyekî tendirûst vegere mala xwe çûnkî peywendiyeke xwoşewîstî di navbera wan de hebû û li gorî gotinên wê nedikarî dûrî mêrê xwe bijî. Bo kû çareser bibe serdana wê saziyê dike, mixabin kêşeyê çareser nakin, dawiyê gefa dike kû ger kêşeya wê newê çareser kirin dê xwe bişewitîne û di encam de weha dibe.
Top