• Monday, 20 May 2024
logo

Silêmanî: Jineke 50 salî xwe kuştiye

Silêmanî: Jineke 50 salî xwe kuştiye
Sentera hemahengî feryakeftina Silêmaniyê aşkira kir ku, îro 18/3/2013`an li taxekî bajarê Silêmaniyê jineke temen 50 salî xwe xeniqandiye.

Jêderekê li sentera hemahengiya feryakeftina Silêmaniyê (JCC) ji Xendanê re ragihand ku: Îro duşeme li taxa Mecîd Beg ya bajarê Silêmaniyê jineke temen 50 sal li malê xwe xeniqandiye.

Li gor zanyariyên ku ketine destê wê senterê ew jina ku navê wê (R.T) ye tu kêşeyekî civakî li gel bav û mêr û zarokên xwe nebûye.

Sentera hemahengî û feryakeftina Silêmanî cext kiriye ku polîsê Silêmaniyê bo gihîştina rastiyê lêkolîn li barê rûdanê de destpê kirine.

Xendan
Top