• Monday, 20 May 2024
logo

Tirkiye, di 16 Salan de 83 Jin Rastê Destdirêjîya Polîs û Serbazan Hatine

Tirkiye, di 16 Salan de 83 Jin Rastê Destdirêjîya Polîs û Serbazan Hatine
Li gorî amarên ofîsa ku alîkariya hiqûqî dide jinên ku di bin çavan de rastê destdirejiyê hatine, di nava 16 salan de 83 jin di bin çavan de rastê destdirêjîya polîs û serbazan hatine.


Li Tirkiyeyê niha çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasî tê axaftin. Di van rojan de raporeke balkêş hate aşkerakirin. Buroya ku li Stenbolê alîkarî dide jinên ku di bin çavan de rastê destdirejî û Destdirêjîyê hatine, rapora xwe ya 16 salan aşkera kir. Li gorî raporê di nava 16 salan de 366 jinan bi hinceta ku di bin çavan de rastê tundiyê hatine serî li ofîsê dan û alîkarî xwestin. Ji wan 83 jinan jî diyar kirin ku ew di bin çavan de rastê Destdirêjîya polîs û serbazan hatine. Piraniya jinên ku ji ber destdirejiya polîs û serbazan serî li ofîsê dane, kurd in.

Parêzera ofîsê Leman Yurtsever diyar kir, hejmarên ku di raporê de cih digrin gelek kem in û wiha got: “Gelek jin jî ji ber şermê, tirsa kuştine serî li ofîsa me nedane. 2 jinan piştî aşkera kir ku ew di bin çavan de rastê Destdirêjîyê hatine, xwe kuştin. Jinek bi îşkenceyê hate kuştin. Keçeke 14 salî jî ku di bin çavan de rastê Destdirêjîyê hatibû jî ji aliyê xizmên xwe ve hate kuştin.”

Li gorî rapora ofîsa ku alîkarî didin jinan heta niha ji ber wan buyeran li Tirkiyeyê 159 doz hatine vekirin. Ji wan dozan 28 doz ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatiye bidawîkirin. 16 doz jî hêj li DMME’ye berdewam dikin.

Ofîsa ku alîkarî dide jinên ku di bin çavan de rastê destdirejî û Destdirêjîyê hatine di sala 1997’an de li Stenbola Tirkiyeyê hate avakirin. Ev ofîs hem alîkariya hiqûqî hem jî alîkariya derûnî (psîkolojî) dide jinên ku rastê Destdirêjîya serbaz, polîs û cerdevanan hatine.
Top