• Monday, 20 May 2024
logo

Jinên herî li pêş li Turkiye

Jinên herî li pêş li Turkiye
Navenda pêdaçûnê ya Medyayê, bi minasibeta 8 Adar Roja Jinan a Cîhanêê lêkolînek pêkanî.

Jin, di Siyasetê de li gor zilaman kêmtir cih digirin, ji bo ku hejmara wan zêde bibe bi alikariya Rêxistinên Civaka Sîvîl xebatên xwe dikin.

Bi boneya roja 8 Adar`ê Cejna Jinan ya Dinyayê, Navenda Pêdaçûna ya Medyayê lêkolînek pêk anî, li gor encama lêkolînê Wezîra Polîtîqayên Malbat û Civakî Fatma Şahîn, di nav tev aliyê nûçeyan de bi 14 hezar 41 nûçeyan û nivîsan ve di rêza herî pêşiyê de cih girtiye.

Di çapemeniya Turkiye de navê din ya herî deng dayî, bi 4 hezar 598 nûçe û nivîsan ve Hevseroka BDPê Gulten Kişanak derket pêş.

Encamê lêkolîna ku Navenda pêdaçûnê ya Medyayê encam daye bi vî awayî ye:

- Rêz, Nav, Nûçe

1 Fatma Şahin 14.041

2 Gultan Kişanak 4.598

3 Tansû Çiller 4.325

4 Leyla Zana 4.065

5 Birgul Ayman Guler 3.654

6 Aysel Tûxlûk 3.496

7 Emîne Ulker Tarhan 3.007

8 Sebahat Tuncel 2.802

9 Pervin Buldan 2.521

10 Ayla Akat Ata 2.163

Xendan
Top