• Monday, 20 May 2024
logo

Qamişlo: Diyardeya wundabûna keçan

Qamişlo: Diyardeya wundabûna keçan
malbata keça Kurd a bi navê (Nêrgiz Mihemed Remo) ragihandin ku roja çarşema borî keça wan danê serê sibê li taxa Cirnikêp a bajarê Qamişloyê bi mebesta anîna pêdiviyên malê ji malê derket û venegeriya û heya niha tu agahî li ser wê tune ye.

Li gor nûçeyeke ajansa Firatnewsê, malbatê keçikê diyar kiriye ku, keçan wan a 19 salî roja çarşemê ji malê derketiye û heya niha tu agahî dernarê wê de negihêştiye destê wan.

Hêjayî gotinê ye berya heftiyekê keçeke din ji gundê Xeze ya mezin a ser bi bajarê Qamişloyê yê bi navê (Zeyneb Îbrahîm Mihemed) ji malê derketiye û nûçeyên derbarê wê de qutbûne.

Keça bi navê Zeyneb yê temen 20 salî sibeha roja pêncşemê 21/2 ji malê derketibû, her weha venegriye malê û tu agahî li ser wê negihîştine malbata keçikê.

ANF
Top