• Monday, 20 May 2024
logo

Li Kelar Jinek li Dema Xwexeniqandinê de Hate Rizgar Kirin

Gulan Media February 26, 2013 Civakî
Li Kelar Jinek li Dema Xwexeniqandinê de Hate Rizgar Kirin
Li bajarê Kelar, jineke temen 52 salî di male xwe de, bi benekî xwe daleqandibû û hewla xwe kujtinê dida, belê berî xeniqandinê ji aliyê malbata wê ve hate rizgarkirin.


Gotebêjê polîsên Germiyan, muqedem Hesen Mihemed, bo ajansa Peyamnêr ragihand: li taxa awareyan li bajarê Kelar jineke temen 52 salî, bi navê ``S.Ê. S`` di malê de bi mebesta xwe xeniqandinê, bi benekî xwe daleqandibû, belê ji aliyê malbata wê ve jiyana wê berî kû bixeniqe hate rizgarkirin.

Muqedem Hesen weha jî got: li gorî lêkolînê, ew jine rewşa wê ya derûnî ne baş bû, wekî din li gorî nêrîna malbata wan ti kêşeyeke wan nebû.

Weha jî da zanîn kû , yekser piştî bûyer hate rakirina nexweşxaneya Kelar, heta demekî, piştî hinekî li jêr çavdêriya nujdaran de ma dawiyê rêkirin malê.

Her heman şevê li bajarê Kelar di bûyerek weke wê de, keçeke mamoste, kû temenê wê 26 sal bû, piştî kû li gel xwîşka xwe dikevine gengeşeyan, derman dixwe û piştre ji aliyê nujdaran ve tê çareser kirin û jiyana wê rizgar dibe.
Top