• Monday, 20 May 2024
logo

Karsazên Jin yên Kurdistanê li Dîyarbekirê Portokolan Mor Dikin

Gulan Media February 24, 2013 Civakî
Karsazên Jin yên Kurdistanê li Dîyarbekirê Portokolan Mor Dikin
Lijneyek ji Komela Karsazî Xanimanî Kurdistanî jibo danasîn û morkirina hin protokolan jibo çend rojan li Diyarbekirê bûn.

Seroka komelê Ferda Cemiloglu, cîgira seroka Komelê Suzan Aref, sekretera giştî ya omelê Jiyan Gerdî, berdevka ragihandinê Klara Xesro Caf, endamên komelê Seyran Miranî, Trîske Asedî û Avan Faresî di lijneyê de bûn û li Dîyarbekirê serdana hin sazî û komeleyan kirin.

Ferda Cemiloglu ji Dengê Amerîka re destnîşan kir komele jibo hemû jinên Kurdistanî hatiye damezrandin û got xwestine ku di nav jinên Karsaz yên Kurdan de danûsendinan bidin destpêkirin

Xanima Ferda da zanîn ku li Herêma Kurdistanê di sîyasetê de % 31; di wezîfê hikûmî de jî heta % 62 kotaya jinê heye lê di warê aborî û kerta taybet de jin gelek kêm in.

voa
Top