• Monday, 20 May 2024
logo

Li Koye dayika 2 zarokan xwe şewitand

Gulan Media February 17, 2013 Civakî
Li Koye dayika 2 zarokan xwe şewitand
Li bajarokê Koye li parêzgeha Hewlêrê dayika 2 zarokan agir berda canê xwe û xwe şewitand.

Berpirsê navenda nehîştina tundiya li dijî jinan a Koye, Dana Hacî Ebdula ji Rûdawê re got ku duh (16.02.2013) danê sibê li taxa Mehabadê ya bajarokê Koye yê Hewlêrê jina bi navê Kinêr Ebdula xwe şewitand.

Hacî Ebdula diyar kir ku jina han beriya ku bigihîje nexweşxanê, can da.

li bara sedema bûyerê de jî, Ebdula da zanîn ku li gorî agahiyên ku malbata Kinêr dane, bi mêrê xwe re nakok bûye ji ber wê jî mêrê wê hatiye girtin.

Hat gotin ku Kinêr Ebdula dayika 2 zarokan bûye.

Rudaw
Top