• Monday, 20 May 2024
logo

Par Herêma Kurdistanê 43 hezar ton cigare kişandin

Gulan Media February 16, 2013 Civakî
Par Herêma Kurdistanê 43 hezar ton cigare kişandin
Li nexweşxaneya Hîwa ya Silêmaniyê, welatiyekî 80 salî xwe li ser textekî dirêj kiriye û bi dijwariyeke mezin henase dide, ew dizane ku vexwarina wî ya dûr û dirêj a cigarê ew gihandiye vî derdê niha, lê hê jî jê re nehatiye gotin ku ew bi penceşêrê ketiye.

F. E. ji bo wergirtina dermanan hatiye nexweşxaneya Hîwa, hê jî bi wan hensaên tund û kurt ew adeta zirarmend ji bîr nekiriye: “Ger rojane çend cigareyan nekişînim, nikarim bijîm û wiha hest dikim min tiştekî xwe yê mezin winda kiriye.”

Li Herêma Kurdistanê xerabiya celebên cigareyan, hokara sereke ya nexweşketina cigarevexweran e. Dr. Dana Omer li nexweşxaneya Hîwa li Silêmaniyê ji Rûdawê re got: “Pirrbûna celebên cigareyan û xerabiya kalîteya wan bandoreke rasterast li ser welatiyan dikin, pirraniya cigareyên ku tên Kurdistanê li ser pakêtên wan nehatiye nivîsandin li kû derê hatine çêkirin.”

Dr. Dana Omer got: “Hokara sereke ya derketina penceşêra pişik û qirika kişandina cigareyan e, vêce ger bi wê kalîteya xerab a Herêma Kurdistanê be jî, ziyanên wê zêdetir jî dibin.”

Kişandina cigareyan sal bi sal zêdetir dibe, li gor amareke kontrola cureyî li Herêma Kurdistanê, par 43 hezar û 413 ton cigare derbasî Herêma Kurdistanê bûne.

Ji bilî cigareyan, salane tibabeke zêde ji tutina nargîleyan jî tê Herêma Kurdistanê, ku bi baweriya doktoran, ziyanên wê ne kêmî yên cigareyan in.

Omer Salih, ku pakêtan difiroşeli sûka Silêmaniyê behsa celebên cigareyan dike û dibêje: “Niha zêdeyî 200 celebên cigareyan li Herêma Kurdistanê hene, lê tenê 10 ji wan bi kêrî kişandinê tên.”

Omer Salih, deh sal in cigareyan difiroşe û dibêje, pirraniya wan cigareyên ku niha li sûkên Kurdistanê bi erzanî tên firotin: “Ne tutin in, pirraniya wan kevez û pel û giya û hinek ji wan zirnîx jî di wan de heye.”

Elî Ezîz, ev 40 sal in cigareyan dikişîne û dibêje: “Ew cigareyên niha hene tahma cigareyên salên 80 nadin, tiştê ku niha heye qirika digire û bêhna genî ji wan tê, pirr nexweş in, lê em çi bikin em nikarin dev ji wan berdin.” Ezîz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike tenê rê bide 10 celeb cigareyan ku bêne Herêma Kurdistanê, “lê celebên wan baş bin.”

Li gor amareke nexweşxaneya Hîwa li Silêmaniyê, nexweşên pişikan ku bi baweriya doktoran hokara wê cigare ne, sal bi sal zêdetir dibin. Di sala 2009an de hejmara wan 79 kes bû, di sala 2010an de zêde bû û bû 103 kes, di 2011an de 142 kes bûn û par jî 156 kes.

Berpirsê kalîteya kontrolê li Herêma Kurdistanê Dr. Muyed Ebdilrehman ji Rûdawê re got: “Hemû celebên cigareyan li jêr pişkinînê tên Herêma Kurdistanê û em rê nadin cigareyên xerab li sûkan bên firotin. Cigareyên xerab ku tutin di wan de nîne, hatine Herêma Kurdistanê lê belê me ew ji nav birin.”

Navborî dibêje, ew cigareyên ku li sûkên Herêma Kurdistanê hene ne weke yên li bazarên cîhanê hene û “xerab” in, lê got: “Anîna wan hemû cigareyan karesat e û baş û xerab di nav hev de ne.”

Pisporê nexweşiyên xwînê Dr. Dana Omer dibêje, niha li Kurdistanê ne tenê cigare welatiyan bi penceşêrê dixin, lê: “Jîngeha Kurdistanê ji ber lewitînê û pirbûna otomobîlan û dûmana wan hokareke din e ku nexweşiyên penceşêrê derkevin û zêde bibin.”

Tevî ku li ser hemû pakêtên cigareyan hatiye nivîsandin ku cigare mirov bi penceşêrê dixw, lê mam Fetah û yên weke wî pirr in ku dema bi penceşêrê jî dikevin, nikarin dev ji cigareyan berdin.

Rudaw
Top