• Thursday, 09 May 2024
logo

Yekem car, jinek Kurd dibe kebabçî

Gulan Media November 14, 2012 Civakî
Yekem car, jinek Kurd dibe kebabçî
Ev yekem care li gundê bajaroka Biyare ya navçeya Hewramanê, jinek kebabxaneyekê dadimezrîne û dibe hostayê Kebabê, wê jinê cext kiriye ku aqilê damezrandina kebabxaneyê û birêvebirina wê ji aliyê jinekê vey a wê bû û mere wê jî li pişt bû.

Ronak xan dibêje: Ez jinim pêwîste ez weke jin bifikirim, wek jin kar bikim, hewl bidim ku ez weke jinx we biparêzim, ji bilî van tu tiştekî din tune ku ez xwe pêre mijûl bikim.

Ev gotina Ronak Ferec Rehmanî ya ji dayîkbûya bajaroka Biyarê ye, ew jine ji biha ve bûye cihê qal û qîlê li nav akinciyên navçeyê û ew geştyarên ku berê xwe didin navçeya Hewramanê.

Kebabxaneya hosta Ronak ev 5 mehin hatiye damezrandi, dikeve gundê (Xerbanî) ku 12 KM li Helebçe dûre.

Ronak bi cilên Kurdî pêşwazî li mêvanên xwe dike û bi ken got: “Ez rû bi rûyê hin gote got dibim û çendîn kes nerazîbûna xwe ji min re gotine û dibêjin çawa jinek kebabxaneyekê birêve dibe. Ez guh nadimê û jib o min jî giring nîne.”

Her weha Ronak amaje bi wê yekê dike ku baweriya xwe bi şîyan û jîrbûna xwe heye û divê êdî xelk vê yekê fêm bike û têbighê û got: “Ez jinim, pêwîste weke jin bifikirim, weke jin kar biki, weke jinx we bisepînim, ji bilî van tu tiştekî din wateya xwe nîne ku ez xwe pê mijûl bikim.”

Xendan
Top