• Thursday, 09 May 2024
logo

Li Hewlêrê bavek destdirêjiya seksî dike ser 4 kurên xwe

Gulan Media September 26, 2012 Civakî
Li Hewlêrê bavek destdirêjiya seksî dike ser 4 kurên xwe
Li Hewlêrê 4 zarokên kur ji aliyê bavê xwe ve rastî destdirêjiya seksî hatin. Pisporekî derûnî jî diyar kir ku pêwîstiya wan zarokan bi tîmekî şareza heye û ji bo serpereştiya wan bike.

Rêveberê giştî yê çavdêriya civakî yê Hewlêrê Zeyto Tofîq tevî eşkerekirina wa zanyariyê ji bo Rûdawê, behsa wê yekê jî kir ku niha her 4 bira ji aliyê baskekî girêdayî rêveberiya wan ve tên çavdêrîkirin û karîne vegerînin ser rewşa wan a asayî. Rêvebera Mala Xende ya girêdayî heman rêveberiyê Kejal Ebdulcebar jî diyar kir ku dosyeya wan 4 birayan, “Ligel wan dosyeya herî mezine û pir zehmete ku bikarin wan tiştan ji bîr bikin.”

Zeyto Tofîq amade nebû temenê wan zarokan ji Rûdawê re eşkere bike, ragihand ku berê dayîk û bavê wan 4 zarokan ji hev cûda bûne û wiha pêdeçû: “Bavê wan çend caran jinên leşfiroş ligel xwe dibir mal û li pêşiya wan zarokan ligel wan jinan dima.”

Rêveberê giştî yê çavdêriya civakî yê Hewlêrê got: “Piştî hat eşkere kirin ku karê xirab ligel zarokên xwe kiriye, bi biryara dadwer hat girtin, niha li girtîgehê ye û hatiye mehkumkirin.”

Karê ku wî bavî kirî, wekî ‘Destdirêjiya seksî ya hatî heremakirin’ tê bi nav kirin. Li Iraqê destdirêjiyên bi vî awayî li gor yasayê cezayê darvekirinê jêre hatiye danîn. Li gor maddeya 393 û 394 ên yasaya cezayê Iraqê, çi kesê destdirêjiya seksî bike ser kesê mehremê (kesê nêzî) xwe û ger bi pejirandina herdu aliyan jî be, cezayê wî darvekirine. Ger tenê tacîz jî bike, di navbera 7-25 salan bi cezayê girtîgehê tê cezakirin.

Bi baweriya şarezayê di warê derûniya zarok û nûciwanan de Prof. Dr. Kerîm Şerîf Qereçetanî, kesên ku ji aliyê kesên nêzî xwe (mehrem) ve rastî destdirêjiyê tên, rastî şokekî mezin a derûnî dibin. Qereçetanî derbarê wan 4 birayan de got: “Niha ew zarok ne tenê li hemberî bavê xwe bi kerbin, belkî kerba wan li hemberî hemû bav, mêr û mirovekê heye. Ji ber di warê derûnî de gelek xirab bûne, lewra pêwîste tîmekî baş serpereştiya wan bike.” Qereçetanî got: “Êdî xewa wan ne xwezayiye, xewekî nexweş dikin, ditirsin û îzole dibin. Herwiha ji xwendinê jî dûr dikevin. Lewra pêwîste li cihekî pir aram û paristî bin, wisa hest bikin ku êdî ti kes nikare destdirêjiya wan bike.”

Zeyto Tofîq ew yek jî ragihand ku keçek 20 salî ji aliyê bavê xwe ve destdirêjiya seksî li ser hatiye kirin, niha ew keç jî ligel wan e. Herwiha behsa zarokekê jî kir ku ji nexweşxaneyê ji bo wan hatiye şandin û wiha got: “Ew zarok ji xwişk û birayekê ji dayîk bûye. Bira çûye gel xwişka xwe û dugiyanî bûye. Piştre dema zarok ji dayîk dibe, li nexweşxaneyê dihêle û me jî ew zarok daye xêzanekê.”

Rudaw
Top