• Tuesday, 18 March 2025
logo

Tirkiyeyê li ser komkujiya li Kobaniyê daxuyanî da

Gulan Media March 18, 2025 Nûçe
Tirkiyeyê li ser komkujiya li Kobaniyê daxuyanî da

Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê ya Tirkiyeyê got, “Îdiayên ku dibêjin Tirkiyeyê dê û bav û 7 zarokên wan kuştine ne rast in.”

Doh berê sibehê saet derdora 04:00an di êrişeke bi dronan de li gundê Berxbotanê yê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 9 sivîlan şehîd ketin û 2 jî birîndar bûn.

9 sivîl şehîd ketin

Di vê êrişê dê bav û 7 zarokên wan şehîd ketin û 2 zarokên wan jî birîndar bûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku Tirkiyeyê ev êriş kiriye.

Her wiha gelek ajansan û çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîn jî destnîşan kir ku Tirkiyeyê ev êriş pêk aniye.

Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê ya Tirkiyeyê bi rêya hesabê xwe yê Xê got, “Îdiayên ku dibêjin Tirkiyeyê dê û bav û 7 zarokên wan kuştine ne rast in.”

Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê îdia kir ku armanca wan “parastina sînoran” e û ew “ji bo parastina sivîlan hesas in.”

Divê were gotin ku Tirkiye gelek caran bi dron û topan êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û heta niha gelek sivîl jî di van êrişan de hatine kuştin.

 

Rudaw

Top