Tendirustiya Xezzeyê bo K24ê: Ji verêja êrîşên îro yên Israîlê, 356 kes hatin kuştin

Berpirsên Tendirustiyê yên Filistînê dibêjin, “Ji verêja êrîşên serê vê sibehê yên Israîlê li ser kertê Xezzeyê, bi kêmî ve 330 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ev êrîş jî piştî bidawîhatina agirbesta qonaxa yekê tê, ku li 19ê Çileya îsal dest bi bicihanîna wê hatiye kirin û dema wê 42 roj bûn.”
Çavkaniyeke tendirustiyê ya Xezzeyê ji peyamnêrê K24ê Beha Tubasî re ragehand, “Ji verêja êrîşên Israîlê, 356 kes hatin kuştin.”
Li dû nûçeyan, Israîlê li serê sibeha îro (Sêşem, 18.03.2025) êrîşeke berfireh kiriye ser bakurê kertê Xezzeyê, Dêr Bilih, Xan Yûnis û başûrê Refehê.
Li dû gotinên berpirsên Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Xezzeyê, ji ber van êrîşan, bi kêmî ve 330 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragehand, “Hejmara kuştiyên êrîşên Israîlê bi kêmî ve gehiştiye 330 kesan.”
Artêşa Israîlê jî ragehandiye, “Me bi dehan armanc bombebaran kirine. Hindî ku pêdivî be jî, êrîş dê berdewam bin.”
Ji aliyekî din ve jî Heyva Sor a Filistînî ragehandiye, “86 kuştî û 134 birîndar ji aliyê tîmên wan ve ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.”
Berpirsên Nexweşxaneya Nasirê li Xan Yûnisê, Nexweşxaneya Eqsayê li naverasta Xezzeyê û Nexweşxaneya Taybet li bajarê Xezzeyê ragehandiye ku, nêzî 85 kuştiyan ji bo nexweşxaneyên wan hatine veguhastin.
Herwesa desthilatdarên Xezzeyê dibêjin, “Tenê 16 kes ji endamên yek binemalê li Refehê hatine kuştin.”
Israîlê bi piştevaniya Amerîkayê givaştin xistiye ser vegeriyana wan 59 revandiyên ku li Xezzeyê mane, ku li beranberî wê yekê ew agirbest heta piştî Remezanê û bêhnvedana cejna Cihûyan tê rawestandin, lê Hemasê tekez li ser berdewambûna danûstandinan ji bo bidawîanîna şer û vekêşana tevaya hêzên Israîlê li Xezzeyê kiriye.
K24