Li gorî amarên nefermî li Sûriyeyê 4 milyon Kurd hene

Li gorî amarên nefermî yên ku ji aliyê çend rêxistinên sivîl ve hatine berhevkirin, li Sûriyeyê nêzîkî 4 milyon Kurdan dijîn.
Li gorî van amarên nefermî, li Sûriyeyê rêjeya Kurdan ji sedî 15-17 e.
Ya Ereban ji sedî 70-75 e, Asûrî nêzîkî ji sedî 2, Tirkmen nêzîkî ji sedî 2, Çerkez ji sedî 0,5 û Ermen ji sedî 0,04ê şêniyên Sûriyeyê pêk tînin.
“Kurd gelek in lê parçe parçe û belavbûyî ne”
Alîkarê Serokê Tevgera Azadiya Kurdistanî Dr. Tariq Xêrikî ji Rûdawê re got:
"Ez dikarim bibêjim ku ev amar ji sedî 90 nêzîkî rastiyê ne û em dikarin pişta xwe bidin wan.
Hejmara Kurdan gelek e lê parçe parçe û belavbûyî ne.
Wekî mînak tenê li Laziqiyeyê 73 gundên Kurdan hene lê piraniya şêniyên wan wan bi Kurdî nizanin.
Li Hemayê jî Kurdên serdema Selahedînê Eyûbî hene ku ji wan re dibêjin 'Kurdên Eyûbî'. Tenê ew kesen kal û pîr mezin bi Kurdî dizanin."
Dr. Tariq Xêrikî pê bawer e ku roleke "negatîv" a HSDyê di guherandina demografî û kêmbûna Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê de hebûye.
Wî diyar kir ku gelek Ereb çûne Rojavayê Kurdistanê û li pey çû:
"Eger 20 hezar şehîdên HSDyê hebin, zêdetirî 17 hezarî ji wan kurên Kurdan in.
Ji bilî vê jî ji ber ku deverên di bin desthilata HSDyê de aram bûn, gelek Ereb ji Helebê û deverên din çûne Rojavayê Kurdistanê û vê jî demografiya herêmê guherandiye."
Li gorî van amarên nefermî pêkhateyên neteweyî li Sûriyeyê:
Ereb
Hejmar: Nêzîkî 18 milyonan
Rêje: Ji sedî 70-75
Ziman: Erebî
Cihê niştecîbûnê: Şam, Heleb, Hims, Hema, Îdlib, Laziqiye, Tertûs, Quneytire, Dera, Siweyda, Dêrezor, Reqa û Hisîça.
Kurd
Hejmar: Nêzîkî 4 milyonan
Rêje: Ji sedî 15-17
Ziman: Kurdî.
Cihê niştecîbûnê: Hisîça, Qamişlo, Dêrik, Serê Kaniyê, Kobanî, Efrîn, gundên Ezaz, Elbab, Tel Ern, Tel Hasil û Tel Elemê. Her wiha li kêleka Ereb û pêkhateyên din li hinek bajar û gundên Şam, Heleb, Hema, Hims, Laziqiye û Reqayê dijîn.
Asûrî, Suryan, Kildan
Hejmar: Nêzîkî 400 hezarî
Rêje: Ji sedî 1,5-2
Ziman: Asûrî (Aramî) û Suryanî.
Cihê niştecîbûnê: Qamişlo, Hisîça û Dêrezor û gundên bakurrojhilatê Sûriyeyê.
Tirkmen
Hejmar: Nêzîkî 400 hezarî
Rêje: Ji sedî 1,5-2
Ziman: Tirkmenî
Cihê niştecîbûnê: Li bakurê Sûriyeyê cihên wekî parêzgehên Heleb, Îdlib û Laziqiyeyê.
Çerkez (Qewqaz)
Hejmar: Nêzîkî 120 hezarî
Rêje: Ji sedî 0,5
Ziman: Çerkezî (bi zaravayên cihê yên wekî Qeberdî û Edixî).
Cihê niştecîbûnê: Şam, gundewarê Şamê, Hims û Dera.
Ermen
Hejmar: Nêzîkî 100 hezarî
Rêje: Ji sedî 0,4
Ziman: Ermenî (bi her du zaravayên rojhilat û rojava).
Cihê niştecîbûnê: Şam, Heleb û Qamişlo, Laziqiye, Tertûs.
Arnawid (Alban)
Hejmar: Nêzîkî 10 hezaran
Rêje: Ji sedî 0,04
Ziman: Albanî.
Cihê niştecîbûnê: Heleb û deverên derdorê, Şam û hinek bajarên biçûk ên bakurê Sûriyeyê.
Rudaw