• Tuesday, 18 March 2025
logo

Xwe ji şer re amade bikin! Wezîreke Alman hişyarî dide û daxwaza amadekirina nexweşxaneyan dike

Gulan Media March 18, 2025 Nûçe
Xwe ji şer re amade bikin! Wezîreke Alman hişyarî dide û daxwaza amadekirina nexweşxaneyan dike

Wezîra Tenduristiyê ya Bavyera Judith Gerlach bang kir ku pergala lênihêrîna tenduristiyê ya Elmanyayê ji bo "şerek gengaz" were amadekirin û hişyarî jî da ku xetereyên li ser ewlehiya Ewropayê zêde dibin.

Gerlach, ku endama Partiya Sosyalîst a Xiristiyan a Bavyera ye, ji rojnameya Augsburger Allgemeine re got ragehand, "Gefên leşkerî yên Rûsyayê û îhtîmala vekişîna Serokê Amerîkayê ji hevkarîya ewlekarîyê, pêdivî bi tevgereke lezgîn li ser pergal-sîstema lênihêrîna tenduristî û civaka sivîl a Almanyayê heye.”

Wezîra Tenduristiyê tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina "planeke berfireh a operasyonên sivîl" kir ji bo ku sîstema lênêrîn ango çavdêriyê amade be ji "her cure qeyranan re, di nav de êrîşên leşkerî", û diyar kir ku sîstema lênihêrîna tenduristiyê di eniya berevanî kirina leşkerî ji welate.

Gerlach daxwaz kir ku rêgezên zelal li ser astên Yekitiya Ewropayê “YE” federal û eyaletan bê danîn "îmkana lênihêrîna hejmareke pir zêde ya mirovan ji ya di dema aştiyê de" misoger bike.”

Herwiha daxwaza ewlekirina pêdiviyên dermanan û berfirehkirina gotûbêjê dike, ji bo ku ji bilî xizmetkirinên leşkeriya naçarî, xizmetguzariyeke sivîl li xwe bigre ku dikare piştevaniya wan saziyan bike ku ji ber kêmbûna karmandan dinalîne.”

 

Basnews

Top