• Tuesday, 18 March 2025
logo

Arecî bi helkeftina karesata Helebceyê serdana Nûnerê Herêma Kurdistanê li Bexdayê dike

Gulan Media March 18, 2025 Nûçe
Arecî bi helkeftina karesata Helebceyê serdana Nûnerê Herêma Kurdistanê li Bexdayê dike

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê bi helkeftina salvegera kîmyabarankirina Helebceyê serdana Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê dike.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê îro (Duşem, 17.03.2025) ragehandinek parve kir ku tê de hatiye, “Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî  serdana Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê kir.”

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê amaje jî daye, “Qasim Arecî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa dît û serexweşî li qurbaniyên karesata Helebceyê kir û soreta Fatîheyê ji bo canê şehîdan xwand.”

Duhî (Yekşem, 16.03.2025) salvegera 37ê ya kîmyabarankirina Helebceyê bû, ku heta niha jî şûnwarên wan gazên kujek, ku li dijî xelkê wî bajarî ji aliyê rijêma Beis ve hatibûn bikaranîn, li ser laşê xelkî diyar in û birînên gelek ji qurbaniyan jî çare nebûne û hêşta ji ber azarên xwe dinalin.

Li dawiya şerê heştsalî yê Îraq û Îranê, li roja 16.03.1988ê, bajarê Helebceyê keft ber hovtirîn pêla komkujiyê. Rijêma Îraqê bi çend gazên jehrîn, wekî Xerdel, Siyanîd, Sarîn û Tabunê, ew bajar kîmyabaran kir.

Kîmybarankirina Helebceyê tenê komkujiya şêniyên wî bajarî nebû, belkî 140 hezar kes aware û derbider bûn û bi sedan kesên din jî ji malbatên xwe veqetiyan û heta niha jî nehatine dîtin.

Rijêma Beis bajarê Helebceyê û komelgehên Sîrwan, Xurmal, Biyare û Seyidsadiqê bi temamî wêran kirin û şêniyên deverên wan veguhastin û tevaya komelgeh û gundên wê wêran kirin, tenê li Helebceyê nêzî 25 hezar xaniyan wêran û rastî erdî kirin.

 

K24

Top