Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Bi sedan kuştî hene

Îsraîlê şeva borî êrişî Xezeyê kir, herî kêm 232 kes mirin.
Şahidan diyar kir ku “Artêşa Îsraîlê Xeze bi dijwarî bombebaran kiriye û êrişî konên Filistîniyan ên ku ji cihên xwe derketine, dibistanên ku penaberên sivîl li wan dimînin û malên sivîlan kiriye.”
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezeyê, di encama êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de herî kêm 232 Filistînî mirine û gelekên din jî birîndar bûne.
Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) de jî hatibû diyarkirin, gelekên ku di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin û birîndarkirin, li nexweşxaneyên Xezeyê tên dermankirin.
Di daxuyaniya Birêvebiriya Parastina Sivîl a Xezeyê de jî hat gotin ku tîmên rizgarkirinê ji ber bombebaran û êrişên Îsraîlê nikarin bigihin deverên ku rastî êrişan hatine.
Artêşa Îsraîlê daxuyand ku li gorî fermana qedemeya siyasî, êrişên berfireh ên li ser Xezeyê careke din dest pê kiriye.
Di daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê de jî hat gotin ku êrişê bi fermana Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yisrael Katz dest pê kirine.
Hat ragihandin ku Îsraîl dê "hêzeke leşkerî ya gavo gavo zêde dibe" li dijî Hemasê bi kar bîne.
Rudaw