• Thursday, 02 May 2024
logo

´Melayekî 7 salan destdirêjiya keçekê kiriye´

Gulan Media August 30, 2012 Civakî
´Melayekî 7 salan destdirêjiya keçekê kiriye´
Li Şirnexê yekemîn doza H.O ya ku li Cizîrê ji hêla 5 kesan ve rastî destdirêjiyê hatibû bi rê ve çû. Piştî H.O di rûniştina doh de çav bi du bersûcan ket, ji xwe çû û ji wê yekê rûniştin hat taloqkirin. Herwiha parlamentera Qersê ya BDPê Mulkiye Birtane, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Înisyatîfa Dayikên Aştiyê û endamên DOKHê li devê adliyeyê li dijî destdirêjixê çalekiyek li dar xistin.

Piştî dixwaze xwe bikuje bûyer ron dibe

H. O. dema ji mala xwe derdikeve erebeyek li cem disekine û bi zorê wê derevîne. Destdirêjker wê dibe dora Cizîrê û li meydanek vale dixwaze destdirêjiya wê bike. Piştî H. O. li ber xwe dide, yê bi darê zorê ew revandî dibake çar xizmên xwe yên mêr û piştî ew jî tên, ew hemû destdirêjiya wê dikin. Bûyer jî piştî H. O. derman dixwe û dixwaze xwe bikuje derdikeve meydanê. Ji wir û pê de hem ew destekê ji Mala Şêwirmendiyê ya Stiya Zîn a Cîzîra botan distîne û hem jî doz li cem serdozgeriyê tê vekirin.

Jin ji tirsa malbatên xwe naaxifin

Sosyolog Esîn Karahan ku li Mala Şêwirmandiya Jinan a Stiya Zîn kar dike, bersivên Rûdawê bersivandin û bi taybetî di derbarê bûyerên bi vî rengî yên li Cizîrê û derdorê pêk tên de agahdarî dan. Karahan diyar kir ku di destên wan de sê dosyayên bi vî rengî hene lê belê ji ber ew jin ên maxdûr ezeb in û ji malbatên xwe ditirsin, wan jî haya çapemeniyê ji wê yekê çênekirine lê belê dozên wan dimeşin û yên destdirêjî kirine hatine girtin."

Gelek zarok jî tên sûîstimalkirin

Sosyolog Esîn Karahan anî zimên ku ji xeynî van bûyeran gelekê din ên bi vî rengî pêk tên lê belê jin ji ber sedemên cuda van bûyeran diveşêrin û wiha dewam kir: "Dema em bi bûyerên bi vî rengî dihisin, em diçin cem mexdûran lê belê ew dixwazin van bûyeran veşêrin û dibêjin tiştek wisa nîn e. Me heta niha 15-16 bûyer bihîstine lê lê ji ber tirsa malbatên xwe gelek ji wan newêrin biaxifin. Wekî mînak mexdûrekê van rojan daxuyand ku di navbera salên 2004 û 2011an de melayekî 7 salan li vê herêmê destdirêjiya wê kiriye. Ew kesa mexdûr bi xwe dibêje ku zêdeyî 30 keçikên din ji hêla wî melayî ve hatine tecawizkirin lê belê doz nevekirine. Melê keçik bi çêkirina niviştên nebaş û bela anîna li serê malbata wê tehdît kiriye." Karahan herwiha diyar kir ku sûîstimala zarokan jî li herêmê gelek çêdibe lê belê bûyer veşartî dimînin.

Rudaw
Top