Serok Barzanî piştevaniya xwe bo piroseya çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê tekez dike

Serok Barzanî bi Balyozê Fransayê li Îraqê re piştevaniya xwe ji bo piroseya çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê tekez dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 17.03.2025) pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Durel kir.
Di wê hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem jî tê de amade bûbû, her du aliyan danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û dawî pêşhatên siyasî û ewlehî yên deverê, herwesa piroseya aştiyê li Tirkiyeyê û hatina Mezlûm Ebdî û şanda Dem Partiyê bo cem Serok Barzanî kirin.
Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo piroseya çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê tekez kir.
Di pareke din a wê hevdîtinê de amaje bi pêngavên pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hilbijartinên bên ên Civata nûnerên Îraqê û piroseya siyasî ya Îraqê hatin kirin, herwesa tekez li ser pêşxistina peywendî û dosîtîniya dîrokî ya navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê jî hat kirin.
K24