• Tuesday, 18 March 2025
logo

Demîrtaş hişyariya provokasyonan da

Gulan Media March 18, 2025 Nûçe
Demîrtaş hişyariya provokasyonan da

Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku Selahattîn Demîrtaş hişyariya provokasyonan daye.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu îro Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demirtaş û hevserokê berê yê Şaredariya Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kirin.

Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku Demîrtaş hişyariya provokasyonê daye û gotiye divê her du alî jî bi lez gavan bavêjin da ku rê li ber provokasyonana bê girtin.

Tanrikulu piştî ku ji Girtîgeha Edîrneyê vegeriya daxuyaniyek da û amaje bi wê yekê kir ku rojeva hevdîtina wan “pêvajoya aştiyê” bû.

“Divê gel jî xwedî li vê daxwaza aştiyê derkeve”

Sezgîn Tanrikulu li ser naveroka vê ziyaretê ev agahî dan:

“Wan di hevdîtinê de got ku pêvajoya bêçekbûnê û biryara ku dê di kongreyê de bê dayîn, dê rê li ber demokratîkbûnê û aştiya li Tirkiyeyê veke.

Ji ber vê yekê, hevalên me destnîşan kir ku divê gel jî xwedî li vê daxwaza aştiyê derkeve.

Di heman demê de, wan dîtinên xwe bi min re parve kirin ku divê parlamento jî gavên hevdem ji bo bihêzkirina vê pêvajoyê biavêje û bi lez tevbigere.

Wan bi taybetî amaje bi wê yekê da ku eger ev pêvajo bi lez bi pêş nekeve, dê rê li ber xirabiyan û provokasyonan vebe.

Wan got di demên borî de ev ezmûna vê yekê çêbûye. Ji ber vê yekê, wan got ku divê her kes bi nêta baş hewl bide ku ev pêvajo zûtir bi pêş bikeve û bi lez gav bên avêtin.

Yanî divê parlamento, hikûmet, serokkomar û partiyên mixalefetê bi nêta baş hewl bidin ku rêxistin bê çek bibe û gavên demokratîk bên avêtin.”

 

 

Rudaw

Top