Serok Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê pêşhatên Îraq û deverê gengeşe dikin

Serok Barzanî bi Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê re pêşhatên Îraq û deverê, pêngavên pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û diyaloga navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê gengeşe dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 17.03.2025) pêşwaziya Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê Anil Bora Inan kir.
Di wê hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Êrman Topçû jî tê de amade bûbû, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û dawî pêşhatên Îraq û deverê li hev guhertin.
Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan ronahî berda ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û serdana Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê.
Pêngavên pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, diyaloga navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û herwesa hilbijartinên bên ên Civata Nûnerên Îraqê jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.
K24